Anîmîstên karen dixwazin li ser axa xwe bijîn

 

 

 

Artêşa Myanmarê /Burma di 1997’an de komeke gelê karenê ji navçeya Mutraw a li herêma Karenê bi zorê derxist. Di vê dema koçberiyê de gundî êdî nikaribûn li ser erdên xwe bijîn û îbadeta xwe ya olî bikin. Digel zilm û dijwariyên ew rû bi rû mabûn jî gelên ku paşê koçî çend gundên din ên li herêmê kirin dest bi vejandina baweriyên xwe yên anîmîzmê kirin.

Saw Oh Moo ku rîspiyeke civakê ye, ji ber bi zorê koçkirina wan a ji ser erdên pêşiyan û lewma jî windakirina derfeta domandina pratîka xwe ya olî artêşa Myanmarê sûcdar dike. Moo dibêje ku “Heta ku em nikaribin li gundê xwe bijîn em nikarin vê pratîka baweriyên xwe bidomînin.”

Gundiyekî din Bway Paw dibêje ku koçkirina wan li ser kesên ciwan bandoreke neyênî kiriye ku baweriya xwe winda bikin û wiha didomîne:

“Êdî tabûyên ruhî û civakî, qedexekirinên pêşiyên me (cureyekî polîtîkayeke civakî ya pêşiyên karen ê devkî yê li ser tabûyên civakî û ruhî hatiye damezrandin) nadomin. Û şêweya jiyana me tevlîhev bûye –em ne bi tevahî anîmîzmê û ne jî xrîstiyaniyê didomînin. Ev, şêweyeke jiyanê ya kaotîk û nesîstematîk e.”

Paw diyar dike ku dema Artêşa Myanmarê ew dane koçkirin, wan her tiştên ku di nava wan de heywanên wan jî hebûne, winda kirine.  Di wan rojên tarî de wan ji bo demekê xwe hundirê daristanê veşartine.

Naw Eh Htee Paw ku xwendekarekî yek ji van gundan e, wiha diaxive: “Dema ez 5-6 salî bûm min dest bi reva ji Artêşa Myanmarê kir. Ji wê demê û vir ve êdî şensê min ê vegerê û jiyîna li gundê min û Kawê (erdên komûnal ên gundiyan) çê nebû.

Saw Oh Moo di dawiya axaftina xwe de dibêje ku ew hêvî dikin Artêşa Myanmarê ji ser erdên wan vekişe da ku nifûsa lokal vegere gundên xwe û êdî xweza neyê tunekirin. Gundiyên din jî beşdarê Moo dibin û hêvî dikin ku hevdîtinên aştiyê yên di navbera Yekitiya Neteweyî ya Karen (KNU) û hikumeta Myanmarê de standardên jiyana gundiyan pêş de bibe û ew bibin xwedî derfeta azadiya jiyan, seyehat û domandina pratîka xweya olî.

Deklerasyona Neteweyên Yekbûyî ya Mafên Gelên Xwecî jî bi daxwazên gundiyên karen re li hev dike.

Xala 11. a deklerasyonê wiha dibêje: “Gelên xwecî xwedî mafê domandin û vejandina kevneşopiyên xwe yên çandî ne. Di nava vê de mafê domandin, parastin û pêşxistina pratîkên paşeroj, niha û siberojê yên çandên wan yên wekî qadên arkeolojîk û dîrokî, berhemên destan, dîzayn, merasîm, teknolojî, hunerên dîtbarî û performansê û wêje jî hene.”

Înfowelat

About infowelat.com

Check Also

Meclîsa Nûneran a Amerîka di hewldana naskirina jenosida Êzdiyan de ye

  Lijneya karûbarê derve ya Encûmena Nûnerên Amerîka bi yek deng, pirose yasaya di derbarê …