Amerîka Latviyayê mîlîtarîze dike

Amerîka hebûna xwe ya leşkerî ya li Latviyayê zêde dike

Ji bo hevkariya leşkerî, wezîrê karên derve yê amerîkî çû serdana vî welatî.

Her du alî ji bo hevkariya leşkerî derxin asteke bilind li hev kirin

Bi hewldana dawî, Washington dixwaze li herêma Baltikê bibe xwedî gotin

Wezîrê Parastinê Amerîkayê Lloyd Auistin ji bo hevdîtinan duh li Latviyayê bû.

Bi vê serdanê, piştî 30 salan wezîrekî parastinê yê Amerîkayê gava xwe avêt vî welatî.

Austin li paytext Rigayê bi hemkarê xwe Artis Pabriks re daxuyaniyek çapemeniyê li dar xist.

Wezîrê amerîkî di daxuyaniyê de soza zêdekirina alikariya leşkerî da Latviyayê.

Austin got, Amerîka plan dike hejmara leşkerên xwe yên li vî welatî zêde bike.

Wezîrê Parastinê yê Latviyayê Artis Pabriks jî di dora xwe ya daxuyaniyê de spasiya Austin kir.

Pabriks da zanîn, hevkariya dualî ya her du welatan wê li ser prensîba dostaniyê berdewam bike.

NATO û Latviya

Latviya ji ber coxrafyaya xwe ji bo NATO’yê xwedî qîmeteke stratejîk e.l

Latviya welatekî Deryaya Baltikê ye ku tevlî cîranên xwe Estonya û Letonya endamên NATO’yê ye.

Li Latviayê leşkerên Amerîkayê jî di nav de, bi qasî 4000 hezar leşkerên NATO’yê hatine bicîkirin .

NATO dixwaze di nêzîk de hejmara hêza xwe ya li vî welatî zêde bike û wû derxe asta tûgayê.

Ji ber sînorên wê yên bi Rûsyayê re, Latviya di planên parastina NATO’yê de xwedî ciyekî stratejîk e.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …