Amazîgî li Cezayirê bû zimanê fermî

 

Cezayir di çarçoveya reforma destûra bingehîn de zimanê amazîgî (tamazîgî) wekî “zimanê fermî” naskir. Lê parazvanên ziman vê gavê têr nabînin û dixwazin statuya erebî û amazîgî wekî hev be.

Zimanê amazîgî piştî têkoşîneke dûvedirêj a gelê Kabîliyayê, di 2002’an de wekî “zimanê neteweyî” hatibû qebûlkirin. Vê carê jî ziman wekî “zimanê fermî” hat îlankirin lê hîn jî statuya erebî ji wê bilindtir e. Ji ber ku Destûra Bingehîn a Cezayirê erebî wekî “zimanê dewletê” qebûl dike.

Kongreya Cîhanê ya Amazîgî (CMA) di derbarê mijarê de got ku reforma nû amazîgî ku bi sedan salan beriya hatina ereban û ola îslamê wekî zimanê otoktonê welat bû, qebûl nake. Tevgera Self-Determînasyonê ya Kabîlyayê (MAK) jî daxuyaniyekê da û diyar kir ku gelê Kabîliyayê ji dewletê dixwaze siberoja xwe diyar bike û fermîbûna ziman têr nake.

Di çarçoveya reformê de ligel fermîbûna amazîgî maf û azadiyên welatiyan tên berfirehkirin û gavên ji bo demokrasiya plûralîst dixwaze bê avêtin. Lê gelek derdorên siyasî yên welat van guherînan wekî guherînên kozmetîk bi nav dikin û bawer nakin ku elîtên serdest hêzê ji destê xwe berdin.

Cezayir sîstemeke parlamenter a nîv-serokatî ye û piraniya hêzê di destê komeke sivîl û leşkerî ku nehatine hilbijartin de ye.  Ev kom wekî “Le Pouvoir” (Hêz) tê naskirin û têkiliyên wê yên nêzîk bi qada aboriyê re hene.

Înfowelat

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …