Amazîg ji bo xweseriyê meşiyan

Bihara gelê amazîg bi meşên girseyî dest pê kir

Bi dehezaran welatiyên amazîg ên li Cezayirê bi daxwaza xweseriya Kabîlyayê û statuya fermî ya zimanê amazîgî meşiyan. Meşên cuda di 36’emîn salvegera Bihara Amazîgan de li bajarên mezin ên Kabîlyayê hatin lidarxistin.

100,000 kes beşdarê meşên ku ji aliyê MAK’ê (Tevgera Self-Determînasyona Kabîlyayê) ve li bajarê Tîzî Wezzu, Bgaret û Tuvirettê hat lidarxistin, bûn. MAK hêza herî xurt a gelê amazîg e û di çend salên dawî de doza xweseriya herêma Kabîlyayê ya li bakurê Cezayirê dimeşîne.

Meşeke cuda jî ji aliyê rêxistina Meşa ji bo Çand û Demokrasiyê li Tizi Wezzu hat lidarxistin û bi hezaran kes beşdarê meşê bûn. Daxwaza sereke ya çalakgerên vê meşê dayina “statuya fermî ya rastîn” a ji bo zimanê amazîgî bû.

Di Sibata 2016’an de Parlamentoya Cezayirê di çarçoveya reformekê de zimanê amazîgî wekî zimanê fermî yê welat naskiribû. Lê digel vê gavê, erebî hîn “tekane zimanê dewletê” tê naskirin û statuta erebî di ser amazîgî re ye.

Înfowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …