Alsasî dixwazin hilbijartinên herêmî yên Fransayê bên betalkirin

 

 

 

 

Konseya Dewletê yê Fransayê yek ji serîlêdanên ku daxwaza betalkirina rêxistina îdarî ya nû dikir, red kir. Hêzên herêmparêz ên Alsasê ji mêj ve ye li dijî guherîna sînorên herêma xwe derdikevin.

Herêma Alsasê ya rojhilatêbakurê Fransayê hewl dide ku hilbijartina herêmî yên ku di meha Kanûnê de wê bê lidarxistin, bê betalkirin. Hilbijartin wê bibe gava yekemîn a meşandina qanûna  guherandina sînorên herêman. Lê serîlêdan roja Înê ji aliyê Konseya Dewletê ve hat redkirin.

Serîlêdana ji Alsasê di meha Îlonê de ji aliyê profesorê Hiqûqa Gelemperî ya Zanîngeha Strasbourgê Robert Hertzog û wezirê kevn, senator û serokê Konseya Giştî ya Bas Rhinê Daniel Hoeffel ve hatibû kirin. Her du kes di serilêdana xwe de ji Konseya Dewletê daxwaz kiribûn ku qanûna 16 Çile 2015’an a guherandina sînorên herêman û hilbijartina herêmî betal bike.

Di serîlêdanê de hatibû diyarkirin ku qanûna nû bi eşkereyî xala 5. a Peymana Ewropî ya Xwerêvebirina Lokal ku Fransa di 1985’an de îmze kiriye û di 2007’an de erê kiriye, îhlal dike. Xala 5. diyar dike ku her guherînên sînorên rêvebiriyên lokal divê bi rêvebiriyan re bê şêwirandin û ji bo vê jî riya herî baş referandûm e.

Parlamentoya Fransayê di çarçoveya qanûna nû ya rêxistina îdarî de herêmê Alsace, Lorraine û Champagneyê dike herêmekê. Partiya herêmparêz Unser Land û derdorên nêzîkî vê partiyê bi hinceta ku wê yekitiya Alsasê xera bike li dijî vê qanûnê derdikevin.

Înfowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …