Aloziya Ûkraynayê mora xwe li V-Dayê xist

Meşa Leşkerên Nemir ji aliyê wateya xwe ya dîrokî ve xwe dispêre rizgariya Ewrûpayê ji Naziyan.

Artêşa Sovyetê 9’ê gulana 1945’an Almanyaya Nazî têk biribû û paytext Berlîn dagir kiribû.

Şerê li Ûkraynayê wekî gelek qadên din îsal bandora xwe li pîrozbahiyên Roja Serkeftina li dijî Almanyaya Nazî jî kir.

Ev roja ku wekî V-Day tê pênasekirin, her sal li welatên Ewrûpayê tê pîrozkirin.

Lê di pîrozbahiyên îsal de alozî rû dan û alîgirên Ûkraynayê û çalakgerên tevlî bernameyên vê rojê bûn cî bi cî bi hev ketin.

Yek ji çalakiya herî girseyî a îsa li bajarê Almanya Frankfûrtê hat lidarxistin.

Di meşê de alên Sovyetê û Rûsyayê hatin hilgirtin û sloganan serkeftina leşkerên Sovyetê hate pîrozkirin.

Navendeke din a çalakiyên li Almanyayê paytext Berlîn bû.

Li ber abîdeya Sovyetê ya li vî bajarî merasîmek hat lidarxistin.

Li Madrîdê bi mebesta protestokirina Meşa Leşkerên Nemir meşek paralel hat lidarxistin.

Sefîrê Ûkraynayê hat protestokirin 

Li gel hin siyasetvanên alman, sefîrê Ûkraynayê yê li Berlînê Andriy Melnyk jî tevlî merasîmê bû.

Lê tevlîbûna Melnîk a bo merasîmê bû sebeba aloziyê.

Komek welatiyên li ciyê merasîmê sefîrê ûkraynî protesto kirin.

Li ser vê yekê, komeke din a ji beşdaran jî bi slogan û stranan destek dan Andrij Melnyk.

Li Îtalyayê çalakiya herî girseyî ya ji bo bîranîna Leşkerên Nemir li paytext Romayê hat lidarxistin.

Beşdarên çalakiyê alên Yekîtiya Sovyetê, Belarûs û Moldovayê hilgirtin.

Li Îspanyayê navenda çalakiyên îsal paytext Madrîd bû.

Lêbelê wekî Almanyayê, li vir jî alozî derket û meşa ji bo bîranîna rojê  hate protestokirin.

Alîgirên Ûkraynayê li dijî çalakiyê meşeke paralel li dar xistin.

Sernivîsa rojnameyeke amerîkî ya di Roja Serkeftinê (V-Day) de.

Paşxaneya dîrokî ya V-Dayê  

Meşa Leşkerên Nemir ji aliyê wateya xwe ya dîrokî ve xwe dispêre rizgariya Ewrûpayê ji Naziyan.

Artêşa Sovyetê 9’ê gulana 1945’an Almanyaya Nazî têk biribû û paytext Berlîn dagir kiribû.

Di şer de ji 20 milyonî zêdetir welatiyên Yekitiya Sovyetê miribûn û gelek bajarên li vî welatî bi erdê re bûbûn yek.

Meşa Leşkerên Nemir ji bo bîranîna berdêlên giran û serkeftina leşkerên sovyetê, di salên dawî de li Rûsya û Ewrûpayê tê lidarxistin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …