Alaska hebûna zimanên xwecî nas kir

 

 

Parlamentoya Alaskayê 20 zimanên xwecî yên li eyaletê ligel îngilîzî wekî zimanên fermî qebûl kir.  Bi vê encamê piştî Hawayî, Alaska bû eyaleta fermî yê Amerîkayê. Biryara Parlamentoya Alaskayê piştî ku ji aliyê waliyê eyaletê bê îmzekirin, wê têkeve pratîkê.

Pêşniyazqanûna 216’an (HB 216) hefteya çûyî ji aliyê hemû endamên parlamentoyê ku hejmara wan 38 bû, hat qebûlkirin. Pêşniyazqanûn di 21 Nîsanê de hat Senatoya Alaskayê û li vir jî ji 20 endamên senatoyê 18 kes dengên erênî dan.

Bi dehan alaskayiyên xwecî beriya pêşniyazqanûn têkeve rojeva Senatoyê, bi fikara ku pêvajoya qanûnçêkirinê dike ku bi dawî dibe, rojekê li ber senatorê komarger ê Anchorage û serokê Komîteya Rêgezên Senatoyê Lesil McGuire xwepêşandanekê pêk anîn.

Di xwepêşandanê de stran hatin gotin, dans hat kirin û girîngiya zimanên xwecî yên Alaskayê hat îfadekirin. Profesor Lance Twitchellê ji Beşa Zimanên Xwecî yên Alaskayê ya Zanîngeha Başûrêrojhilatê Alaskayê wiha axivî: “Zimanê me her tişt e. Ew hewaya ku em pê dijîn e. Ew xwîna ku di damarên me de diherike.”

Piştî pêşniyazqanûn ji aliyê Senatoyê hat qebûlkirin, xwepêşander vê carê li ber Senatoyê kom bûn û ji bo vê serfiraziyê hevûdû pîroz kirin.

Bi HB 216’an, zimanên xwecî dikeve nava statuya ku di 1998’an de îngilîzî kiribû zimanê fermî yê Alaskayê. Li gorî profesor Lance Twitchell digel ku fermîbûna zimanên xwecî gaveke sembolîk e jî, hemû zimanan wekî hev nas dike û vê yekê jî ji bo wan girîng e.

Qanûna nû bi eşkereyî îfade dike ku fermîbûna zimanên xwecî nayê vê wateyê ku rêvebiriya eyaletê û rêvebiriyên lokal wê xebatên xwe bi zimanên xwecî jî bimeşînin. Lê Twitchell diyar dike ku ji bo wan girîng e ku di heman qanûnê de zimanên xwecî jî cara yekemîn cî girtine û wê vê yekê bandora erênî li jiyana nifşên nû bike.

Çavkanî: Ktoo.org

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Frîzland dixwaze zimanê xwe biparêze

Herêma Frîzland (Fryslân) a li Holandayê bi rêûrêbazên zanistî dixwaze zimanê dayikê biparêze. Lêkolînerên sazîyên …