Aktîvîstê zimanê ûygûrî tê darizandin

 

 

Aktîvîstekî zimanê ûygûrî ku saleke zêdeye hatibû girtin û ciyê wî nedihat zanîn wê derkeve pêşberî dadgehê. Li gorî dadgehê, aktîvîstê ûygûrî bi awayekî derveyê qanûnî ji bo fînansekirina pêşdibistana xwe pere berhev kiriye.

Abdulwelî Ayup piştî pêşdibistana wî ya li bajarê Kaşgarê ya li Herêma Xweser ê Tirkîstana Rojhilat  ji aliyê rêvebiriya herêmê hat girtin, hat binçavkirin. Herwiha daxwaza Ayup a ji bo vekirina dibistaneke li Ûrûmçiyê hat redkirin.

Rayedarên Çînê salekê ye hemû daxwazên malbat û parêzerê Ayup ên ji bo eşkerekirina ciyê wî red dikirin. Lê di dawiyê de parêzerê wî ragihand ku Ayup li girtîgeha Liudawan a li Ûrûmçiyê tê girtin û destûr nayê dayîn ku ew pê re hevdîtinê bike.

Xebata Ayup a ji bo zimanê ûygûrî

Dewleta Çînê forma mandarîn a çînî li dibistanên Herêma Xweser a Tirkîstana Rojhilat li ser xwendekaran ferz dike. Ayup û hevalên wî bi armanca parastina zimanê ûygûrî di havîna 2012’an de pêşdibistanake ku wê bi ûygûrî perwerdeyê bikirana, vekiribûn. Piştî girtina Ayup, hevalên wî yên bi navê Dilyar Obul û Muhemmet Sidik jî hatibûn girtin.

Piştî salekê, dozgeriya li Tîanşan a li Ûrûmçiyê di 17’yê Gulanê de bi belgeyeke fermî sûcdariyên li hember Ayup û hevalên wî ji Dadgeha Şaredariya Ûrûmçiyê re şand. Di belgeyê de hat eşkerekirin ku kesên navborî ji bo meşandina karên xwe bi awayekî derveyê qanûnê pere berhev kirine û divê van kesan heta 20 rojan derkevin dadgehê.

Ayup di dawiya 1990’an de li Pekînê Zanîngeha Navendî ya Neteweyan qedand û di salên ewilî yên 2000’î de li Zanîngeha Xinjiangê lîsansa bilind bi dawî kir. Di salên 2005-2006’an de Ayup li Zanîngeha Enqereyê yê li Tirkiyeyê xebitî û paşê bi bûrseke ji Weqfa Fordê di salên 2009-2011’an de li Zanîngeha Kansas a li DYA’yê beşdarê bernameyeke zimanzaniyê bû.

Çavkanî: Rfa.org

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …