Abû Dabî dikare temenê Erdogan dirêj bike?

Erdoganê ku bi polîtîkayên xwe aboriya Tirkiyeyê anî ber hilweşînê, hêvî dike hevkariya xwe ya bi Abû Dabiyê re di dema bê de hîn bêtir zêde bike û bi vî awayî hinekî din jî temenê  rêvebiriya xwe dirêj bike.

Lewma jî di vê mijarê de pirsa ku herkes bersiva wê miraq dike ev e:

Gelo wê pereyên prensê Mîrektiya Ereb bikaribe rejîma Erdogan ji hilweşînê rizgar bike?

Dewleta Tirk û Yekîtiya Mîrektiya Ereb (YME) piştî demeke ku bi dijminahiyê derbas bû, dîsa li ber dilê hev şîrîn dibin. Prensê mîrasgir ê vî welatî Zayîd El Nahyan çû Enqerê û bi şefê rejîma Tirk Erdogan re hevdîtinekê pêk anî. Ev hevdîtina surprîz careke din nîşan dide tu prensîbeke polîtîkaya sîstema navdewletî tune ye û ew bi tevahî li ser berjwendiyan bilind dibe. Ji ber ku Tirkiye û Mîrektiya Ereb, di serî de Lîbya û Rojhilatê Derya Spî, di gelek mijaran de li hev nakin û polîtîkayên dijber dimeşînin.

Li Lîbyayê her du welatan destekê dan hêzên dijber. Tirkiye di aloziyê de her ligel hukumeta Trablûsê ciyê xwe girt. Mîrektiya Ereb ji destpêkê de destekê da hukumeta Tobrûkê ya di bin kontrola Hefter de.

 

Dijberiya her du welatan

Rêvebiriya Abû Dabiyê li Lîbyayê bi salan destekê da rêvebiriya Hefter ku dixwest hukumeta Trîpolî ya dûvikê dewleta Tirk hilweşîne. Herwiha, Mîrektiya Ereb li Rojhilatê Derya Spî li dijî dewleta Tirk; lê ligel Yûnanistan, Kibris û Îsraîlê ciyê xwe girt. Dîsa, berevajiya siyaseta Enqereyê, Mîrektiya Ereb li dijî rêxistina Îxwan helwestê girt û destekê da hilweşandina rêvebiriya Muhammed Morsî ya li Misrê. Dewleta Tirk di dijberiyê de gaveke din pêşdetir çû û rêvebiriya vî welatî bi hewldana derbeya leşkerî ya 2015’an tometbar kir.

Gavên ber bi hev de

Lê digel paşperdeya têkiliyên ewqas aloz a nêzîkî 10 salan de, her du alî ji havîna borî û vir ve careke din qenalên dîplomasiyê ji hev re vekirin.  Ji bo amadekirina atmosfereke baweriyê, di destpêkê de rêvebiriya Tirk, midaxaleyê endamên Îxwana Misrê ya li Tirkiyeyê kir. Hukumeta Tirk ji qenalên Îxwanê re ragihand, êdî wê hew destûrê bide, li dijî rêvebiriya Misrê bernameyên siyasî bên weşandin. Piştî vê, şêwirmendê ewlekariyê yê Mîrektiya Ereb Şêx Tahnûn bîn Zayed El Nahyan hat Enqereyê bi Erdogan re hevdîtinekê pêk anî. Bi dûv re, Erdogan bi prensê mîrasgir Muhemmed Zayed El Nahyan re bi telefonê axivî û daxwaza xwe ya bo normalkirina têkiliyan îfade kir. Ji vir çend roj berê jî di bernameya Asambleya Parlamenteran a Derya Spî ya li Îtalyayê de, di navbera wezîrê karê hundir ê Îmaratê Saîf bîn Zayed el Nahyan û hemkarê wî yê Tirk Suleyman Soylu de civînek hat lidarxistin.

Tirkiye hewl da di serî de bi Misrê, bi welatên din ûn ereb re têkiliyên xwe baştir bike û ji bo vê kontrola xwe ya li ser qenalên televîzyonê yên Îxvanê zêde kir.

Peymanên YME-Tirkiyeyê

Piştî vê proseya nêzîkbûna her du aliyan jî serdana prensê mîrasgir ê Abû Dabûyê Mihemmed Zayed El Nahyan a bo Enqereyê hat rojevê.  Hevdîtina prensê Abû Dabiyê ya bi Erdogan re wekî dihat texmînkirin ji têkiliyên aboriyê pêk hat û di 9 qadan de peyman hatin îmzekirin. Qadên her du alî îmzeyên xwe avêtin bînî ev bûn: Enerjî, petrokîmya, teknolojî, hatûçûn, binesazî, tenduristî, xizmetên fînansî û çandinî. Mîrektiya Ereb ji bo van peymanan 10 milyar pere terxan kir.

Erdoganê ku bi polîtîkayên xwe aboriya Tirkiyeyê anî ber hilweşînê, hêvî dike hevkariya xwe ya bi Abû Dabiyê re di dema bê de hîn bêtir zêde bike û bi vî awayî hinekî din jî temenê  rêvebiriya xwe dirêj bike.

Lewma jî di vê mijarê de pirsa ku herkes bersiva wê miraq dike ev e:

Gelo wê pereyên prensê Mîrektiya Ereb bikaribe rejîma Erdogan ji hilweşînê rizgar bike?

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

“Türkiyelileştiremediklerimizden misiniz?”

Divê em bipirsin ka çima xema pirdengî ya ku li ser van civakan nayê ferzkirin …