Abhazya dixwaze serxwebûna wê be naskirin

 

 

 

Komara Abhazyayê ku yekalî ji Gurcîstanê veqetiya bû, dixwaze bi riya beşdariya Neteweyên Yekbûyî (NY) û saziyên din ên navneteweyî di qada cîhanê de bê naskirin. Yek ji armancên sereke yên vê komarê, naskirina serxwebûna ya ji aliyê Tirkiyeyê ye.

Heyeteke ku ji rêvebirên ji Federasyona Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGF), endamên komeleyên girêdayê rêxistinê û rojnamegeran pêk dihat, li ser vexwendina Abhazya û organîzasyona Federasyona Komeleyên Çandê yên Abhaz ên Tirkiyeyê çûn Abhazyayê.

Heyetê li paytext Sohumê bi Wezîrê Derve yê Abhazyayê Vyaçeslav Çirikba re hevdîtinekê pêk anî. Çirikba di hevdîtinê de ji heyetê re diyar kir ku “Armanca sereke ya xebatên polîtîkaya Derve ya Komara Abhazyayê bêtir naskirina wê ya ji aliyê welatan e û endambûna wê ya NY û rexistinên din ên navneteweyî ye.”

Çirikba axaftina xwe wiha dom kir: “Em Abhazyayeke nû, azad û serbixwe ava dikin lê li cîhanê ti welat tuneye ku bêyî dostên wî hebin pêş bikeve. Me bi Federasyona Rûsyayê re têkiliyeke sexlem a hevpariyê çêkir. Em bi welatên ku têkiliyên me yên dîplomatîk an bi tenê têkiliyên dostaniyê hene re têkiliyên xwe xurt dikin.”

Wezîre Derve Çirikba di derbarê polîtîkaya Gurcîstanê ya li dijî Abhazyayê de wiha axivî: “Rêvebiriya Gurcîstanê ku bi êrîşa xwe ya 1992’an a li dijî Abhazyayê bû sebeba mirina bi hezaran sivîlan û xisara li dijî aboriya me ku nekare bê telafîkirin, îro jî ji bo astengkirina polîtîkaya derve ya Abhazyayê û ji bo tenêhiştina gelê me di asta navneteweyî de ya di vê dema globalbûnê de ku tekiliyên navneteweyî berfireh dibin, bi awayekî ne aqilane çi ji dest tê dike. Ji ber zexta Gurcîstanê çûnûhatina gemiyan a du navbera Abhazya û Tirkiyeyê de ku bi awayekî serfiraz didomiya, hatiye sekinandin û welatiyên me ji derfeta çûnûhatinê ya rasretarast bêpar hatine hiştin.”

abhazya

Wezîrê abhaz di hevdîtina xwe de anî ziman ku yek ji armancên sereke ya polîtîkaya wan a derve jî naskirina serxwebûna Abhazyayê ya ji aliyê Tirkiyeyê ye. Çirikba got ku ew dixwazin ji bo vê, li paytext Enqere û Sohumê nûnertiyên dîplomatîk bên vekirin, pasaport û belgeyên din ên seyehatê û belgeyên hiqûqî ji aliyên her du welatan ve bên naskirin.

Serxwebûna Abhazyayê

Abhazya herêmeke li rojhilatê Derya Reş e ku mezinbûna wê qasî 8.600 km² ye. Vê herêma ku nifûsa wê niha 220,000’ye (serjimara 2003) di şerê 1992’an de bi alîkariya artêşa rûs ji Gurcîstanê veqetiya û di 1994’an de serxwebûna xwe îlan kir. Serxwebûna Abhazyayê heta niha ji aliye Federasyona Rûsya, Nîkaragua, Venezûela, Nauru, Vanuatu ve û ji aliyê welatên de facto serbixwe yên wekî Osetyaya Başûr, Transdinyester, Nagorno Karabagê ve hatiye naskirin.

Çavkanî: Worldbulletin.com / Haberler.com

 

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hong Kong: Ji bo civakeke cihê paşxaneya nasnameyeke xwerû

    Protestoyên ji bo demokrasiyê li erdeke ku 150 sal in di riya xwe …