Anli: Xebatên çand û wêjeyê giring in

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli di Civîna Danasînê ya KurdîLîtê de axivî û da zanîn ku ew xebatên çand û wêjeyê gelekî giring dizanin û got ku êdî bi kurdî berhemên baş têne nivîsîn.

Navenda Çandê ya Amedê, Literature Across Frontiers û Weşanên Lîsê li Salona Resepsiyonê ya Sumerparkê “KurdîLit: Civîna Li Tirkiyeyê Wêjeya Kurdî û Tora Weşangeriyê” li dar xist.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, Hevseroka Komeleya Nivîskarên Kurd Yildiz Çakar, Asîstana Projeyan a Navenda Çandê ya Amedê Ezel Yilmaz, Edîtorê Weşanxaneya Lîsê Lal laleş û gelek nivîskar, helbestvan, wêşanger û wergêr di vê civînê de amade bûn. Asîstana Projeyan a Navenda Çandê ya Amedê Ezel Yilmaz der barê xebatan de agahî dan. Yilmaz, diyar kir, ji bo wêjeya kurdî; kurmancî û kirdmanckî li Tirkiye, Kurdistan û cîhanê berçav bibe wan malpereke webê damezrandiye.

Hevşaredar Firat Anli jî di axaftina xwe de amaje bi pêvajoyê kir û got ku ew xebatên çand, huner û wêjeyê gelekî giring dibînin. Anli weha axivî: “Siyaseta kurd di warê ziman de hinekî dereng maye, em bo vê xwe rexne dikin. Lewre jî xebatên wêjeyî yên weha gelekî giring in. Wek Şaredariya Bajarê Mezin em piştgiriya xebatên bi vî rengî dikin. Êdî kurdî di warê nivîsê de bûye zimanekî afrîner. Gelek keda nivîskar û rewşenbîrên me di vê yekê de heye. Ez spasiya tevan dikim. Êdî divê kurdî bibe zimanê kuçeyê, zimanê bazarê û zimanê nav malê. Di hemû warên jiyanê divê kurdî serdest bibe. Wek Şaredarî di vî warî de çibikeve ser milê ne me em amade ne xwe bidin berê. Ji bo xebatên ziman me plan e ku butçeyekê veqetînin.”

Piştî axaftina Anli, nivîskar û rewşenbîrên ku beşdarî civînê bûne, der barê mijarê de gotûbêj kirin.

Jêder: Diyarbakir.bel.tr

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Li Valenciayê banga ji bo parastina ziman

 Çalakiya Çandî ya Welatê Valenciayê (ACPV) bi daxuyaniyekê banga parastina ziman kir. Di daxuyanîyê  de …