78. Salvegera Raperîna Warşovayê

Li Polonyayê di salvegera wê de serhildana Warşovayê hate bibîranîn

Girseyeke mezin a rastgirên polonyayî tevlî vê bernameyê bûn

Warşova di tebaxa 1944an de ji aliyê hêzên neteweyî yên polonî ve hatibû rizgarkirin

Lê piştî êrişa Naziyan hêzên polonî têk çûbûn û Warşova hatibû hilweşandin

Duh li Polonyayê 78. salvegera raperîna çekdarî ya Warşovayê bû.

Hejmareke zêde welatî ji bo bîranîna vê roja dîrokî li paytextê kom bûn.

Di çalakiyê de alên polonyayê hatin hilgirtin, meşale hatin vêxistin.

Îsal herî zêde endamên partiyên rastgir tevlî vê bernameyê bûn.

Raperîna Warşovayê

Raperîna Warşovayê di 1’ê tebaxa 1944’an dest pê kir û heta 2yê cotmeha 1944’an berdewam kir.

Di vê serhildana çekdarî de hêzên neteweyî yên Polonyayê paytext Warşovayê ji Almanên Nazî rizgar kirin.

Lêbelê artêşa sor a sovyetê ku hatibû ber deriyên Warşovayê, li derveyî bajêr sekinî û bi hawara serhildêran de nehat.

Ev jî derfet da naziyan ku êrişeke hovane bibin ser bajêr û Warşovayê bi erdê re bikin yek.

Di encama pevçûnên ku bi hefteyan dom kirin, ji 150 hezarî zêdetir berxwedêr û welatiyên sivîl hatin kuştin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …