70’emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê

 

Komîteya Navendî ya PDKÎ bi boneya 70’emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê peyamek weşand.  Deqa vê peyamê bi vî awayî ye:

330 rojên pirr tîrêj di dîroka Kurdan di Kurdistana Rojhilat de, bi destê komek tekoşeran û rêberê me yê zana hate tomarkirin. Ew 330 roj ne tenê hêla diyarîkirina di navbera pêş û paş vê bûyera girîng bû, belkû bû hêvinê ducarîpênasekirina neteweyekê û selmînerê îradeyeke girîng û pirr buhagiran û mirovî û neteweyî bû.

Di meha Rêbendana sala 1324 (meha yekem a sala 1946)’an rast 70 salî berî niha tevgera neteweyî ya Kurd, bi rêberiya rêkxiraweke modern û biroj bi pêşengiya pêşewayekî zana û cangorî, gihaye kopika xebatê di bajarê Kurdperwer ê Mehabadê de. Ji wê demê şûnda bi avakirna Komara Kurdistanê wê tevgerê kinceke nû li xwe kir, û encameke piraktîkî jê çûbû, û neteweya Kurd ji erdnîgariya Kulturî û dîrokî ve hate nava erdnîgariya siyasî de, û bû xwediyê kiyaneke siyasî.

Roja 2’ê Rêbendana sala 1324 (22.01.1946)’an, di qada çarçira ya hertim çiraya rê, pêşewayê nemir banga avakirina dewleta Kurdistanê di guhê hemî xelkê cîhanê de xwend, û yên ku heyanî duh haşa ji hebûna neteweyekê bi navê neteweya Kurd dikirin, bi ragehandina dewleta Kurdî û avakirina kiyaneke siyasî bi navê Komara Kurdistanê heyrî man.

Di dîroka hevdem ya welatê Îranê a pirr ji stemkarî û haşakirinê de, bi taybetî piştî gihîştina şîpelên modernazisyonê bo herêmê, hinek ji bi nav rewşenbîrên ser bi neteweya Fars di Îranê de bîrdoziyên xwe yên şovînî wergirtin û kincê siyasî kirin ber wê de.

Ew kincê siyasî piştre deshilata sekutkar ya Pehlewî jê çêbû, û bû bingeha helandina neteweyên din, û cudahiyên neteweyî û çandî di Îranê de danî.

Di rastî de welat kavil kirin, ku pêştir hekî stemkarî tê de hebû, aliyê kêm înkar û haşakirin tê de nebû, li ser vî welatê kawil, neteweyeke destçêkirî bi navê neteweya Îranê bi zora zordariyê li ser kaxezê ava kir, û li ser erdê heyî, di pêxema avakirina neteweyeke wehmî de, xwîna bi hezaran xortên neteweyên xeyrî Fars ên Îranê rijandin û kumê pehlewantiyê bi zorî dane serê xelkê.

Di rewşeke bi vî awayî ya bişavtina neteweyan de ye ku Komara Kurdistanê ji dayîk dibe, û bi vî rengî neteweya Kurd dengê xwe derdixîne, û rû li hemî gelên Îranê û deshilatdarên Îranê ên nawendakincî dibêje ku stemkarî û kuştar û qirkirin, neteweya Kurd û tevgera wê naxe qedeman, û neteweyek ku amade be di pêxema armancên xwe de qurbaniyan bide, ne tenê nahê jinavbirin, û nahê bişavtin, belku stemkariya stemkaran, mukimtir û li ser daxwaziyên xwe pêdagirtir dike, û li derfeteke baş ya dîrokî de, tevgera wê vegeşînek zêdetir bi xwe ve dibîne, û qonaxekê ji derbazbûyî zêdetir diçe pêş û heya asta avakirina dewleta taybetî ya xwe hildikêşe.

Dema ku Komara Kurdistanê hate avakirin, wê demê welatê Îranê li jêr dîktatoriya Rezaxan derbaz bibû, lê di bin çekmeya dagîrkariya hêzên hevalbendan de bi rê ve çû, û lewra deshilata ku di Tehranê de hebû, berhema berjewendiya hevpar a dagîrkerên Îranê bû û nûneratiya îradeya biyanî dikir.

Ew arteşa serkutkar a ku Rezaxan ku wî ava kiribû û gellek jê hez dikir, nekarî tenê rojekê jî xwe di hemberî êrîşa derve ragire, û herwekî pêşewayê nemir bas kir, arteşek bû ku tenê ji bo serkutkirina xelkê bê berevan cesûr bû, û di şerê rasteqîne de, pişt li dijmin kir, û rû li navxwe reviya. Di wê demê de seraserî Îranê di destên bîaniyan de bû, û di wê rewşê di Kurdistanê bi rêbertiya PDKÎ deshilata neteweyî û xwecihî ava kir. Di dewrana dagîrkirina Îranê de, tenê Kurdistan û hikûmeta cîranê wê, Azerbaycan îdareyeke xelkî û nîştimanî tê de hatibû avakirin.

Komara Kurdistanê ku berhema xebat û cangorîtiya neteweya Kurd bû, di serdema xwe de ku Rojhilata Navîn di destên zordariya deshilatdaran û dagîrkariyê de dinaland, bû deshilateke taqane, li sertaserî herêmê de, jiber ku take deshilata demokratîk bû ku piştgiriya xelkê dikir, û di nav şahî û xweşiya girseya gel de avakirina xwe ragehandibû.

Komara Kurdistanê ku ji bo Kurdan mînakeke herî diyar û beçav û pratîkî bû, ji bo selimandina hebûna tevgereke neteweyî nîşaneya hebûna îradeyeke neteweyî bû, tenê di forma sembolîk de, û tenê wekî nav bo Kurd giring nine, belkû wekî deshilata sava û tevî kêmasiyên xwe, gellek karên girîng encamp da, û deskewtên mezin bi dest xistin, ku ji wê demê ve heya niha rênîşanderê xebata neteweya Kurd di hemî Beşên Kurdistanê de ne.

Emê niha jî qala hinek ji kar û buhagiraniyên Komarê bikin:

Yekem: Komara Kurdistanê yekem hikûmeta Kurd di şêwaza Komarî de bû ku îşareyek e bo guhartineke dîrokî di îradeyeke siyasî ya Kurd û Kurdistanê de. Heya berî sala 1946’an Kurd di beşên Kurdistanê de li hinek ji kêliyên cuda ên dîrokî de, xwediyê deshilateke xwecihî bûye, û di encama hinek ji tevgeran de jî, hikûmeta xwecih ragehanadibûn. Lê hemû wan deshilatan forma mîrî û paşatî û kevneşopiyê hebûn, û di dawî mînakê de, hikûmeta Şêx Mehmûdê nemir li Silêmanî li şêwaza melik û paşayetî de hate ragehandin, lê di Mehabadê de ye ku bo yekem car Hikûmeta Kurdistanê di forma Komarî d ji dayîk dibe.

Duyem: Komara Kurdistanê di sala 1324’an de bo yekem car bû ku di dîroka xebata Kurd de li jêr îdare û birêvebiriya hizbeke demokrat û modern de dihate avakirin. Herçend ku PDKÎ bo karekî bi vî rengî kêm ezmûn bû û nû hatibû avakirin, lê hilgirtina vê pêngava dîrokî û mezin bû ezmûneke girîng ji bo birêvberiya îroyî û xelkî, û hebûna partiyeke demokratîk û îroyî hewcehiyeke haşahilnegir e da ku bikare nûnerê rastîn ê gel be, û dehsilateke herçend neteweyî û Kurdî jî be, berev stemkarî û zordarî gavan bavêje.

Sêyem: Komara Kurdistanê sembolên hewce bo pênasekirina neteweyî û bo nasîna îradeya siyasî ya neteweya Kurd berhem anî, ku niha jî digel de be, tevgera rasteqîne ya Kurd di hemî beşên Kurdistanê bo komkirina îradeyan li dewra tewereke bihêz mifahê jê distînin. Ew hêma û sembol pêk tên ji alaya Kurdistanê, sirûda neteweyî, diyarîkirina navê cangoriyên gel, bi navê pêşmerge û zimanê Kudî bû zimanê fermî.

Çarem: Di Komara Kurdistanê de, Hêza pêşmergê Kurdistanê hate avakrin ku hewil hate dan ku hêza Pêşmere Kurdistan hêzek be ji bo parastina deskevt û hebûna neteweyî û di bin fermana hikûmetê de be, ne di bin fermana serokeşîr û kesayetiyan de.

Pêncem: Komara Kurdistanê bi himbêzeke vekirî Kurdên parên din ên Kurdistanê di bin per û baskên xwe de cih dane, û di asta herî bilind de di îdarekirin û birêvebirina Komara Kurdistanê de cihê wan vekir, û bi vî awayî bi kiryar nîşan da ku herçend Kurdistan bi ser çend welatan de hatiye parvekirin, û Kurd li her beşeke Kurdistanê de çarenûsa wan ya cuda heye, lê di encamê de her yek netewe ye û yek xak e.

Şeşem: Komara Kurdistanê nekete dava şovînîzmê de, û digel gelê Tirk li Azerbaycanê de hevpeymanî pêk anî û rênîşander bû ku di cihê pêkanîna kêşe û arîşeyan di nav neteweyan de, çê dibe ku riya alîkarî û hevalbendiyê bigrin pêşiya xwe, da ku hemû neteweyên herêmê bi hev re kar bikin, bo pêşkevtin û vegeşînê.

Ew deshilata temen kurt mixabin ku di 26’ê Sermawezê ya sala 1325 (1946) ’an de, di hemberî êrîşa arteşa Pehlewî de xwe ranegirt, û bi destên hêzên leşkerî ên Tehreanê û alîkariya hêzên biyanî herifî.

Komara Kurdistanê wekî hemû diyardeyeke mirovî û siyasî dûr nebû ji kêm û kasiyan û ji xalên wê yên lawaz em dikarin qala van xalên jêr bikin:
Komara Kurdistanê tenê beşeke kurt û berteng a Kurdistanê girt, û Komarê nekarî di warê pratîkê de, hemû xaka Krdistanê bi xwe ve bigre, û bixe bin siya deshilata xwe ya siyasî de.

Ew Komara di warê îdarekirinê de kêm temen bû, û kêm ezmûn bû, û kadrên şareza yên hewce ji bo hikûmet û birêveberiyê di destên xwe de tunebûn.

Herçend ku hewil hatin dayîn bona avakirina hêzeke leşkerî ya neteweyî, lê li ber pêkhateya paşvemayî ya civaka Kurdewarî tê de serkevtî nebû, û hêza wê ya leşkerî her wekî hêza eşîrî mabû, û di dema tengaviyê de pişta xwe dane Komarê.

Bi hemû kêmasiyên xwe ve Komara Kurdistanê ew deshilata neteweyî ye di dîroka Kurd û Kurdistanê de, û qonaxeke zêrîn e, ku tê de hêviya neteweyekê ji riya îradeyeke şoreşgerî ve bû piratîk, û çarçove û statûyeke siyasî lê ket, û ji wê demê şûnda heya niha cardin ser ji nû avakirina statûyeke neteweyî bû armanca neteweya Kurd di hemî beşên Kurdistanê de.

Çê nabe ku bas ji Komaar Kurdistanê bê kirin lê cangorîtiya Kurdên beşên din ên Kurdistanê ku rû kirin rûgeha Mehabadê, bê jibîrkirin, û nehê baskirin. Ew hemû siyasî û çalakên Kurd li hemî beşên Kurdistanê de, û ew hemû nivîskar û rewşenbîr û ferhengiyên Kurd ku diçûne Mehabadê û xizmet bi tevgera neteweya Kurd dikirin, xizmet û zehmetên wan nahêne jibîrkirin, û cihê hurmetê ye.

Di vê navberê de bi taybetî dibe bas ji tekoşîna Barzaniyan bi rêberatiya Mela Mistefayê nemir bihê kirin, ku bi hemû awayekî di xizmeta Komaar Kurdistanê de bûn, û herwisa dibe yad û bîra efserên Kurd zindî bê ragirtin, ku ji Başûr ve hatibûn da ku xizmeta Hikûmeta Kurdî bikin, û piştre jî mixabin ji aliyê deshilatdarên Bexdayê ve hatin bidarvekirin.

Ji wê demê şûnda ku Komara Kurdistanê hate avakirin heyanî niha dijminên Kurd û bi taybetî deshilatdarên Tehranê çi di sedema paşatiyê de, û çi jî di serdema Komara Îslamî de, ew komar bi vê tawanbar kirin ku destçêkirî û emrazê destên Rûsiyan bû.

Berevajiyê wan tomet û boxtanên dijminan Komara Kurdistanê ne tenê destçêkiriyê biyaniyan nenbû, belku Kurd îradeyeke neteweyî ji bo gihîştina bi mafên xwe hebû, û niha jî ew îrade heye, û di vê serdemê de li rewşa cîhanî û herêmî û derfeta siyasî mifaha bi cî wergirt û statûya xwe ava kir.

Eva di demekê de ye ku her wê demê deshilata paşatiyê bi lihevkirina digel Rûsiyan û bi dana poana nefta Bakur bi wan selimand ku deshilateke ser bi biyaniyan û dagîrkeran e, û hemû poanekê dide bîhaniyan da ku deshilata wê ya serberedayî berdewam bike.

Niha jî di encama nêzîk bi çar dehikan hikûmeta serberedayî ya Komara Îslamiya Îranê, ji bo hemû aliyekî eşkere bûye ku deshilata dîktatoran li Tehranê de bona berdewamiya mana stemkariyên xwe, amade ye ku her cure poanekê bide biyaniyan.

Ger Komara Îslamiya Îranê serdemekê diruşma birîqedar a “Ne Şerqî, Ne Xerbî” dida, niha bi lihevkirina digel Rojava li ser dosiyeya navikî ya xwe, hem poana herî mezin dide Rojava, da ku rejîma wê berdewam be, û hem jî bi tewahî bûye paşko û jêrdestê Rûsiyan di herêmê de, hem berjewendiyên Rûsiyê diparêze, û hem jî di nav Îranê de serwet û samana welat bi erzanî dixe nav bêrîka wan de, ku tenê bi vê armancê ku çend rojekan zêdetir deshilata wê ya biyom dom bike.

Niha piştî derbazbûna 70 salî bi ser avakirina Komara Kurdistanê de, em xortên Kurd li hemû beşên Kurdistanbê hem şanaziyê bi deshilateke bi vî rengî dikin, û hem jî wekî nasînereke neteweyî şanaziyê pê dikin, û hem jî hêvî û armancên bilind û mirovî û neteweyî ên xwe zindî radigrin, di pêxema bidestxistina wan de, emê berdewam bin li ser riya xebat û tekoşîn û cangorîtiyê.

Di dawiyê de, yad û bîranîna 70.emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê li hemû Kurdistaniyan li neteweya Kurd li hemû beşan û li hemû nuqteyeke cîhanê û li hemî pêşmergeyên Kurdistanê û li malbatên şehîdan û girtiyên siyasî pîroz dikin.

Bi hêviya cardin bidestvehatina hêvî û armancên avakerên Komara Kurdistanê

Jêder: Kurdistanmedia.com

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …