50 saliya kurdên Swêdê

 

 

Foto: Xwepêşandaneke kurd a di salên 80’an de ya bi beşdariya Cegerxwîn. Çavkanî: Omar Şêxmûs

 

Kurdên destpêkê û dostên wan kî bûn? Nêrîna swêdî ya li hemberî kurdan çawa bû? Xebatên destpêkê yên kurdên Swêdê çi bûn?

 

Ez li bakurê Stockholmê, parka meşhûr ya Frescati me. Berê min li mala profesorê teqawîd, endamê berê yê Akademiya Zanistê (Vetenskapsakademin) Olof G Tandberg e.

Vîlaya wî ya zer raserî baxçeyê Frescatî ye. Ji balkonê gava mirov dinêre ev baxçe, yan jî dehla spehî ya tişe devî, dar, gul û kulîlk ji xênî re dibe fena hewşeke şahane.

Tandberg û jina xwe Ulla di vî xaniyê nêzîkê Stockholmê, lê dîsa jî dûrî qerebalixê û pir aram de dijîn.

Olof G Tandberg yek ji wan swêdiyên herî pêşî ye ku kurdan weke milet bala wî kişandiye. Û dibêje wî hin tişt ser kurdan bihîstibû lê pêwendiya bi kurdan re bi gotareke di Aftonbladetê dest pê dike.

– Cemal Alemdar di Aftonbladetê de li ser fermana kurdan nivîsek belav kiribû. Paşê min Alemdar nas kir. Ew ji îşkenceya zindanên Tirkiyê hatibû û li vira bû mîmarekî navdar. Heta niha jî car caran em hev dibînin.

Kesekî din ku naskirina wan derbasî dostaniyeke malbatî dibe û Tandberg bi hesret behsa wî dike Selahadin Rastgeldi ye.

“BI ÇAVÊ EŞQIYAN LI KURDAN DIHATE NÊRÎN”

Di salên 60î de kurd li Swêdê zêde nayêne nas kirin. Agahiyên heyî bêhtir nivîsên resmî yên dîplomatên ewrûpî û destnivîsên kevin yên hin karmendên bi taybetî riyên hesinî ne. Tandberg û hevalên xwe yên kurd dest bi weşandina nivîsên derheqê kurdan de dikin. Lê ev nivîs li meqamên resmî nexweş tên

– Çawa me dest bi nivîsandina li ser kurdan kir, wezareta derve bangî me kir û got kurd eşqiya, rêbir û talûke ne.

Di van salan de li başûrê Kurdistanê şerekî xurt di navbera tevgera kurd ya di bin serkêşiya Mustefa Barzanî û hikûmeta Îraqê de heye. Şerekî mayin û nemanê tê dayin. Kurdên nû hatine vira xwendevan, akademîsyen in, xwedanê nasnameyeke neteweyî ya xurt in, amanc û hedefa wan zelal e; hewl didin dengê gelê xwe bigihînin derve. Bi gelek kesayet û dezgehên medenî re di nav pêwendiyan de ne û di adara 1966ê de yekem komeleya kurd ya li Swêdê Komîteya Kurd û Swêdî ava dikin.

– Amanca sereke destekdana mexdûrên şer yên li Kurdistana Îraqê bû. Me dixwest rûdanên li wira belav bikin, xelkê pê bihesînin. Û daxwazeke me ya din jî ew bû ku Neteweyên Yekgirtî çavdêran bişîne Îraqê.

Komîteya Kurd ya Swêdî ji aliyê siyasî ve bêalî ye, loma jî çarçoveya wê fireh e, kesên ji bîr û baweriyên cihêreng tê de cî digrin. Ji oldarên kilîseyan bigir heta bi çepên navdar dikevine birêvebiriya wê de. Komîte ji gelek dezgehên medenî yên Swêdê, piraniya partiyên li vira piştgiriyeke xurt dibîne.

DERÎ LI BER KURDAN VEDIBIN

Bi çêkirina komîteyê re êdî gelek derî li ber kurd û dostên wan vedibin. Gelek kesayetên ku yan hingî desthilatdar bûn, yan jî piştre bûne rêvebirên girîng di pêwendiyê de bûn. Wek nimûne Tandberg behsa Olof Palme, Pierre Schorie dike.

Û ev pêwendî ne tenê bi Swêd ve sînordar bû. Pêwendiyeke baş bi siyasetmedarên din yên skandînavî re jî hebû.

Bê ev pêwendî di peydakirina îmkanan de dewreke çawa didît Tandberg bi nimûneyekê ronî dike. Di 1967ê de komîte biryarê dide ku li ser başûrê Kurdistanê kitêbekê biweşîne. Kitêba bi navê ”Det glömda kriget – rapport från Irakiska Kurdistan” ango Şerê Jibîrbûyî – Raporek ji Kurdistana Îraqê Olof Tandberg digel Selahaddin Rastgeldî dinivîse û mesrefa çapê wiha peyda dikin

– Merta Hanson di ciwaniya xwe de li Qahîrê bûbû evîndara kurdekî. Elaqeya wê ya bi kurdan re bi vî rengî çêbûbû û ew seroka komîteyê bû. Zilamê ku niha ew pê re zewicî bû berpirsê çapxaneya Natur û Kultur bû. Îcar min jê re got ”Merta, ma tu nikarî mêrê xwe îqna bikî da pirtûkê çap bike?” Wê tavilê gotiyê, kitêb çap kirin, me ji hemû dezgeh û sendîqeyan re şand. Û ji vê pirtûkê mîlyonek pere ji me re hat. Ew pere di bin çavdêriya doktor Selahaddin de me da bi derman û bi riya Xaça Sor gihande Kurdistanê.

Olof Tandberg bi dehsalan nûnertiya UNESCO ya Skandînavya kiriye, li ser mafê mirovan û kêmneteweyan bi dehan kitêb nivîsandine û bi salan yek ji endamên Akademiya Zanistê bû.

Di salên 60-70 de çend caran serdana Kurdistanê kiriye, behsa bîranînên xurt yên bi serok û pêşengên kurd Mustafa Barzanî, Qasimlo û Talabanî re dike.

Tandberg îro yextiyarekî 84 salî ye. Zêde hew dikare bigere û çalak be, lê baldariya wî ya jidil ya ji bo pirsa kurdî hêj zindî ye. Di amadekirina hevpeyvînê û piştre ew çend caran qewêtiya Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê li min dike ku divê kurdên vira lê xwedî derkevin û dibêje gereke kurd ne tenê pêşmergeyên meydanên şer, lê herwiha bibine pêşmergeyên xwedîderketina li çanda xwe jî – bibine pêşmergeyên çandê.

Tandberg dibêje çaxê ew li ser gur û şeşê xwe bû ew negihaye zêde bi zarokên xwe re bimîne, lewra gava teqawîd bûye biryar standiye ku tu wezîfeyan negire ser milê xwe da wext bide neviyên xwe. Û ew dilxweş e ku wî ev biryar standiye.

Belê, ev dostê kurd yê qedîm îro raserî baxçeyê Frescatî ku mîna çaviyeke bihiştê ye rojên xwe yên bihuzûr û bextewar dijî.

Jêder: Radyoya Swêdê

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …