42’emîn salvegera Yekşema Bixwîn a li Îrlandaya Bakur

 

 

Li Îrlandaya Bakur bi armanca bîranîna salvegera 42’yemîn komkujiya Yekşema Bixwîn çalakî hatin lidarxistin.  Di çarçoveya çalakiyên îsal de abîdeyên ji bo komkujiyê hatibûn avakirin hatin ziyaretkirin, bêdengbûna deqeyekê ya salane hat pêk anîn û panelekê hat lidarxistin.

Berdevkekê ji malbatên kesên hatibûn kuştin û birîndarkirin di derbarê çalakiyên îsal de wiha axivî: “Ji ber lihevkirina piraniya endamên malbatên Yekşema Bixwîn a di 2011’an de û daxuyaniya vê lihevkiririnê ku di du salên dawiyê de hat weşandin û ji aliyê 100 endamên malbatên kesên hatibûn kuştin û birîndarkirin ku diyar kiribûn ku divê êdî meşên her sal neyên lidarxistin û karê rêxistinkirina bîranîna Yekşema Bixwîn dabûn Weqfa Yekşema Biwxîn, Weqfa Yekşema Bixwîn bi armanca salvegera bûyerê rêzeçalakiyan birêxistin dike.”

Berdevkê malbatan diyar kir ku wê îsal ji salên borî cudatir be û got ku ew êdî dengên balafirên fantom, çekdarên brîtanî, medya û berdevkê yekitîparêzan ku hebûna hemûyan jî bêwate ye, nabihîzin. Lê berdevk di warê dombûna înkarkirina ji bilî kesên di Yekşema Reş de hatine kuştin, kuştina bi sedan îrlandiyên ji aliyê artêşa brîtanî û hêzên çekdar ên alîgirê brîtanyayê de, xemgîniya xwe anî ziman.

Di çarçoveya çalakiyên bîranînê de bêdengiya deqeyekê ya îsal di 30’ê Çileyê de saet di 16’an de li ber abîdeya Yekşama Bixwîn a Kolana Rossvîlleê hat pêkanîn û di heman rojê de li Dêra St Mary ayînekê hat li darxistin. Di 31’ê Çileyê de jî paneleke ku nivîskar Anne Cadwallader û nûnerên Sinn Fein’ê jî tê de ciyê xwe girtin, hat lidarxistin.

yeksem 1972

 

Yekşama Bixwîn a 1972’an

Yekşema Bixwîn (Bi îrlandî: Domnach na Fola) ku carinan jê re Komkujiya Bogsideê jî tê gotin, bûyereke ku di 30’yê Çileya 1972’an li bajarê Derry yê li Îrlandaya Bakur pêk hatiye. Di vê bûyerê de 26 protestovanên îrlandî ku doza mafên sivîl dikirin, ji aliyê Artêşa Brîtanî ve hatin kuştin.

Di roja bûyerê de Komeleya Mafên Sivîl ên Îrlandaya Bakur li hember binpêkirinan mafên gelê Îrlandaya Bakur a ji aliyê rêvebiriya dagirker a Brîtanyayê ve meşeke girseyî li dar xist. Digel hemû tehdît û astengiyên hêzên brîtanî, girseya îrlandî bi biryarî meşa xwe domand. Li hember vê biryardariyê hêzên brîtanî xwe negirtin û bi çekan êrîşê girseyê kirin. Di vê êrîşa ku ji aliyê Tabûra 1’emîn a Alaya Pereşûtê hat lidarxistin de 14 îrlandiyên bêçek ku di nava wan de zarok jî hebûn bi hovane hatin kuştin.

Piştî vê komkujiyê, ji aliyê hikumeta brîtanî ve du lêpirsîn hatin vekirin. Di Doza Widgery a kurtedemek piştî bûyerê de bi giranî leşker û rêvebirên brîtanî yên li Îrlandaya Bakur bêsûc hatin dîtin. Ji ber ku encamên vê dozê ji aliyê civaka îrlandî ve qet nehat qebûlkirin, di 1998’an de lêpirsîneke bi navê Lêpirsîna Saville hat destpêkirin. Encamên vê lêpirsînê di 15 Hezîrana 2010’an de ji raya giştî re hat eşkerekirin. Di encamên lêpirsînê de bi giranî çend leşkerên ku di êrîşa li ser gel de cî girtibûn hatin sûcdarkirin û kesên hatin kuştin bêguheh hatin nîşandan. Piştî rapora Savilleê, serokwezîrê brîtanî David Cameron li ser navê dewleta Qraliyeta Yekgirtî (UK) lêborîneke fermî xwest.

Çavkanî: Derryjournal.com

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …