2,650 mamoste û 40,000 pirtûkên kurdî

 

 

 

 

Li Kantona Cizîrê û Efrînê, di sala nû ya perwerdeyê de, wê ji refa yekê heta 3’yan hemû ders bi zimanê kurdî bêne dayîn.

Ji bo vê yekê jî li Cizîrê 40 hezar pirtûk hatine amadekirin û hezar û 300 mamoste hatin perwerdekirin. Lê zarokên ereb û suryan wê bi zimanên xwe bêne perwerdekirin. Li Efrînê jî hezar û 350 mamoste hatine amadekirin.

Bi destpêkirina şoreşa Rojava re, wekî her qadek jiyanê, di mijara perwerdeyê de jî pêngavên girîng hatin avêtin. Di Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku di destpêka sala 2014’an hate qebulkirin, hate diyarkirin ku li Kantona Cizîrê zimanê kurdî, erebî û suryanî zimanên fermî ne û perwerde jî wê bi van zimanan bê dayîn.

Xebatên perwerdeya bi kurdî ji aliyê Tevgera Ziman û Perwerdeyê ve li dibistanên taybet hatin meşandin. Her wiha mamoste hatin gihandin. Piştî amadekariyan di sala perwerdeyê ya 2014-2015’an de li refa yekemîn a dibistanên seretayî dersên kurdî hatin dayîn. Her wiha li refên dibistanên navîn jî dersên fêrbûna ziman hatin dayîn.
Jêder: Radyoya Sputnik

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Katalanî di Wikipediayê de ket pêşîya fransî

Li gorî ensîklopedîya dîjîtal Wikipediayê, katalanî zimanê 5. ê herî baş ê vê platformê ye. …