175 welatan mora xwe danîn binê Peymana Avhewayê

Merasîma îmzekirina peymana avhewayê, ku di Konferansa Guhertina Avahewayî ya Neteweyên Yekbûyî (COP21) de li ser li hev hatibû kirin, bi dawî bû. Bi giştî 175 welatan mora xwe danîn binê vê peymanê

Merasîma îmzekirina peymana avhewayê, ku di Konferansa Guhertina Avahewayî ya Neteweyên Yekbûyî (COP21) de li ser li hev hatibû kirin, bi dawî bû. Bi giştî 175 welatan mora xwe danîn binê vê peymanê.

Peymana têkoşîna li dijî guhertina avhewayê ya di meha Kanûnê de li paytexta Frana Parîsê hat qebûlkirin, pêşkêşî îmzeyan hatibû kirin. Hin jê serokdewlet, nûnerên 175 welatan mora xwe danîn binê peymanê.

Di çarçoveya Peymana Avhewayê de tê xwestin, ku rêjeya zêdebûna germahiya global li gorî sedsala 19’an di asta 2 pileyî de bê ragirtin û ji welatên xizan re ji sala 2020’an û pê ve her sal 100 mîlyar dolar alîkarî were kirin. Di peymanê de gotina ‘germahiya global di asta kêmî 2 pileyî de bê ragirtin’ cih digire.

Ji bo peyman bikeve meriyetê divê herî kêm 55 welatên ji rêjeya ji sedî 55 a belavkirina gaza zerarê dide atmosferê berpirsyar in, mor bikin. Di heman demê de divê ji aliyê parlamentê van welatan ve jî bê erêkirin. Piraniya wan dewletê giravan 15 welatan bi parlament an jî hikûmeta xwe ve peyman erê kirine.

Jêder: ANF

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …