Almanya kurdan dersînor dike

 

Almanya serîlêdanên Tirkan li gor serlêdanên Kurdên ji Tirkiye’yê 6 car zêdetir qebûl dike.

Tevî hemû rexneyan jî dersînorkirinên penaxwazên ji Tirkiye’yê zêde dibe. Herweha amar nîşan didin, BAMF Tirkan, li gor Kurdên ji Tirkiye’yê şeş caran zêdetir qebûl dike.

Piştî pandemiyê, hejmara penaxwazên ku ji bo Tirkiye’yê tên dersînor kirin zêde dibe, herçend di vî warî him ji siyaset him jî ji rêxistinên mafên mirovan rexne hene. Hevdem, amar nîşan didin, ku Dezgeha Koçberî û Penaberiyê BAMF serlêdanên Tirkan li gor serlêdanên Kurdên ji Tirkiye’yê 6 car zêdetir qebûl dike. Em bi endamê berê yê Encûma Bajarê Essen’ê, siyasetmedar Yilmaz Gültekin re dipeyivin.

Ev ne tiştekî nû ye, ku Almanya li hember şerbazî û hin pêkirinên mafên mirovan ên bi destê Tirkiye’yê bêdeng dimîne. Berê sedem bazirganiya di navbera herdu welaten de bû. Bi destpêkirina şerê li Sûrî îcar tirsa hatina penaberan ket dilê Almanya û Ewropa’yê û Tirkiye bû notirvanê sînorên Ewropa, ku nahêle penaber derbas bin. Herweha bi şerê Ukrayna’yê re niha Ewropa ditirse, Tirkiye dûrî NATO’yê bibe û xwe bêhtir nêzî Rûsya’yê bike. Anku Ewropa dema ku mijar dibe Tirkiye, zimanekî hessas û nerm bi kar tîne û behsa hevkariya di navbera welatênb demokrat de dike, wekî ku Serokwezîr Scholz di 14’ê Adarê de di dema seredana xwe ya Tirkiye’yê de gotibû, ji bo wan girîng ew e, ku welatên demokratîk pişta hev bigirin û bi hev re kar bikin. Scholz got, Tirkiye jî tê de endamên NATO ji bo ewlekariyê hevkariyê dikin û parastina dewleta huqûqê û demokrasiyê. Anku Ewropa ji bo parastina demokrasiyê ewê bi Erdoğan re bi hev re dike.

Herweha bi şerê Ukrayna’yê re niha Ewropa ditirse, Tirkiye dûrî NATO’yê bibe û xwe bêhtir nêzî Rûsya’yê bike.

Lê belê herçend ev hevkariya digel Tirkiye’yê wekî mijareke siyaseta derve xuya dike jî, ev siyaset bandora xwe li ser kesên li Almanya’yê dike, bi taybetî ser penaxwazên Tirkiye’yê, ku ji ber zodestiya li Tirkiye’yê xwe avêtine bextê Almanya’yê. Yek ji wan Kurdekî ji Tirkiye’yê Heybet Şener e, ku vê dawiyê medyaya Almanî behsa wî kir. Şener, endamekî Partiya Demokratîk a Gelan HDP ye, ku bi berdewamî di hedefa serokkomar Erdoğan de ye, ku HDP’ê wekî terorîstên di nav Meclîsa Tirk de bi nav dike. Şener herweha li ser torên civakî serokkomar Erdoğan rexne kiriye, ku ev yek li Tirkiye’yê wekî propagandaya terorê yan heqareta li dij serokkomar tên pênase kirin, ku cezayê wê bi salan girtîgeh e. Tevî van hemû jî BAMF’ê serlêdana Şener red kir. BAMF di biryara xwe de dibêje, tirsa Heybet Şener a ji ber taqîbateke li dij wî bê bingeh e.

Abdulkadir Oğuz jî mînakeke din e. Oğuz jî endamê HDP’ê ye û di navbera 2012 û 2014’de ji ber sedemên siyasî di hepsê de maye. Di sala 2019’an de metirsî çêdibe, ku careke din were girtin îcar ew jî direve Almanya’yê û serî penaberiyê dide lê belê BAMF wî jî red dike. BAMF di biryara xwe de dibêje, Abdulkadir Oğuz ji ber sedemên siyasî nehatiye ceza kirin lê ji ber sûcên adî, ji ber ku dadgeha ku ceza daye wî ne dadgeha taybet a dijterorê bû û darizandin di çarçoveya dewleta huqûqê de hatiye meşandin. Lê belê rêxistinên mafên mirovan wekî BAMF’ê nafikirin. Gelek rapor û daxuyanî hene ku dibêjin, dadweriya Tirkî ji aliyê dewletê ve tê bi kar anîn û kesên muxalîf bi sûdariyên bê bingeh ên wekî heqareta dij Serokkomar, propagandayê terorê yan endametiya rêxistineke terorê tên ceza kirin. Dezgeha Human Rights Watch dibêje, sedema vê yekê bi tenê bêdeng kirin û çavtirsandina muxalefeta Tirkiye’yê ye.

Ev nivîs cara pêşî di radyoya Cosmo Kurdî de hatiye weşandin. Sernivîsa esil hatiye guherandin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Sirbên Kosovayê hilbijartinê boykot kirin

Li bakurê Kosovayê li herêma sirb lê dijîn hilbijartinên xwecîhî hatin lidarxistin. Ji ber vê …