Almanya vîze neda nivîskarên kurd

Endamên PENa Kurd ên li Tirkiyeyê dijîn, ji bo beşdarî Kongreya 11ê ya Asayî ya PENa Kurd bibin, serî li Balyozxaneya Almanyayê dan û daxwaza vîzeyê kirin

Lê Balyozxaneya Almanyayê daxwaza vîzeyê ya nivîskarên kurd red kir

Balxozxaneya Almanyayê ya li Tirkiyeyê, destûr neda ku endamên PENa Kurd biçin Almanyayê û beşdarî Kongreya PENa Kurd bibin.

Endamên PENa Kurd ên li Tirkiyeyê dijîn, ji bo beşdarî Kongreya 11ê ya Asayî ya PENa Kurd bibin, serî li Balyozxaneya Almanyayê dan û daxwaza vîzeyê kirin. Balyozxaneyê bi sedema ku “wê biçin û venegerin” serlêdana beşek ji endamên PENa Kurd qebûl nekir.

Endamên PENa Kurd ên ku destûra çûnê ji bo wan nehatiye dayîn daxuyaniyek weşandin. Mehmet Akdogan, Meral Şîmşek, Roza Metîna û Heval Dilbiharî di daxuyaniyê de behsa pêvajoya serlêdanê kirin û gotin ku digel hemû belgeyên wan, tevî daxwaznameyên PENa Kurd hebûn, Balyozxaneyê daxwazên wan ên ji bo vîzeyê qebûl nekir.

Balyozxaneya Almanyayê ji bilî kesên ku pasaportên wan kesk hene û du endamên din ên PENê, daxwazên vîzeyê yên endamên din ên li Tirkiyeyê dijîn, red kir.

Li gorî zanyariyan Balyozxaneya Almanyayê, li Iraqê jî bi heman sedemê ji bilî 3 kesên li Herêma Kurdistanê û Iraqê dijîn, daxwazên vîzeyê yên endamên PENa Kurd qebûl nekiriye.

“Biryareke polîtîk e”

PENa Kurd saziyeke pan-kurd e ku tê de hemû parçeyên Kurdistanê tên temsîlkirin. 

Astengkirina beşdarbûna kongreyê binpêkirina mafê mirovan, guhnedana hiqûqa navneteweyî, demokrasî û azadîxwazî û rewşenbîriyê ye.

Endamên PENa Kurd sedema ku Balyozxaneyê diyar kir bi gotina “sedemeke binevala” penase kirin û bi van gotinan li dijî vê biryarê derketin: “Berî her tiştî divê em destnîşan bikin ev yek li dijî mafên mirovan û li dijî demokrasiyê ye, binpêkirina kar û xebatên nivîskarî, rewşenbîrî û entelektuelî ye. Diyar û zelal e ku ev astengkirin encama biryareke polîtîk e. Ev helwesta Almanyayê encama têkiliyên desthilatdarên wê yên bi desthilatdariya dewleta Tirkiyeyê re ne, ku ev têkilî li dijî me kurdan hatine sazkirin. Hevdîtin, civîn û kiryarên van heyamên dawiyê yên NATO’yê yên li dijî kurdan jî, vê yekê bi awayekî hê zelaltir li ber çavan radixe.”

Nivîskar û helbestvanan bang li PENa Navnetewî û saziyên peywendîdar kirin û xwestin ku helwesta xwe diyar bikin:

“Astengkirina beşdarbûna kongreyê binpêkirina mafê mirovan, guhnedana hiqûqa navneteweyî, demokrasî û azadîxwazî û rewşenbîriyê ye. Em wek nivîskar û endamên PENa Kurd, vê helwesta li dijî demokrasî, azadî û hiqûqa navneteweyî şermezar dikin û bang û gazî li PENa Navneteweyî û PENên hemû welatan, hemû nivîskar, rewşenbîr, sazî, dezgeh û tevgerên kurd, herwiha li hemû nivîskar, rewşenbîr, sazî dezgeh, kesayet û derdorên mafparêz, welatparêz û demokrat dikin ku, li dijî vê kiryarê helwesta xwe bi rengekî zelal nîşan bidin, xwedî li nivîskar û rewşenbîrên kurd û PENa Kurd derkevin, da ku careke din tiştekî wiha neyê jiyîn.”

“Hemû belgeyên me hebûn”

Zerdeşt Haco: Balyozxane“bi gûmana wê biçin Almanyayê û venegerin” vîze neda

Zerdeşt Haco. Serokê Rûmetê yê PENa Kurd got, ew texmîn dike ji ber sebebên siyasî Almanya vê biryarê daye.

Nivîskar Hemîd Dilbiharî jî bianetê re got ku hemû belgeyên wan temam bûn, PEN bûye kefîl lî dîsa jî vîze nedane wan û heta niha tu nivîskar li ser navê PENê neçûye welatekî û li wer nemaye. Dilbiharî diyar kir ku “Gelo heta niha ji bo endamên PENên din ti astengiyeke bi vî rengî derketine yan na?” û sedema nedana vîzeyan bi gotina “sedemên polîtîk in” şîrove kir.

Me ji Wezareta Almanyayê re name şand lê bersiv nedan

Serokê Rûmetê yê PENa Kurd Dr. Zerdeşt Hacoyî ji bianetê re diyar kir ku ji bo nivîskar û helbestvan beşdarî Kongreyê bibin, wan hemû belgeyên hewce şandibûn lê dîsa jî vîze nedane wan. Hacoyî got ku Balyozxaneyan “bi gûmana wê biçin Almanyayê û venegerin” vîze nedane û piştî vîze nedan endamên wan, wan ji Wezareta Karûbarên Derve ya Almanyayê re nameyek şandiye da ku biryarê sererast bikin. Li gorî gotina Dr. Zerdeşt Hacoyî Wezaretê bersiv nedaye wan.

Sebeb siyasî ye 

Dr. Zerdeş Hacoyî di dewama axavtina xwe de destnîşan kir û got, ew gûman dike ku girêdaneke siyasî jî hebe di vê biryarê de:

“Ji ber sedemên siyasî me nikarîbû di sala 2022yê de li ser xaka xwe, li Bakurê Kurdistanê kongreyê çêbikin. Beriya niha di sala 2013ê de me kongreya xwe li wir çêkir. Di sala 2005ê de jî me konferansek li wir li dar xist. Lê di van salên dawiyê de ji ber girtina nivîskar û rojnamegeran me nikarîbû li Bakur bikin. Endamên me yên nikarin werin wê bi rêya Zoomê beşdar bibin. Lê di dema dengdanê de, ji ber ku dengdan wê veşartî be, dê nikaribin dengên xwe bidin.”

Hacoyî her weha diyar kir ku Navenda PENa Kurd rêxistineke Kurdistanî û rewşenbîrî ye, ne bi ti rêxistineke kurdan ve girêdayî ye û rêxistineke serbixwe ye.

————

Ev nûçe ji aliyê Ferîd Demîrel ve hatiye nivîsandin û cara pêşî di malpera Bianet de hatiye weşandin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …