Derbeya Bexdayê ya li dijî bazirganiya Tirkiye-Kurdistanê

Tirkiye peymanên xwe yên enerjiyê yên bi Hewlêrê re wekî şantaj bi kar tîne û axa Başûr vediguherîne baregeheke li dijî tevgera azadiya Kurdistanê.

Lewma jî hilweşîna patronaja Enqereyê ya li ser çavkaniyên Başûrê Kurdistanê, wê derfet bide, kontola Enqereyê ya li ser Hewlêrê sist bibe û îhtimala yekitiya neteweyî hîn bêtir zêdetir bibe.

Meseleya kontrola li ser çavkaniyên enerjiyê, careke din di navbera Bexda û Hewlêrê de dibe sebeba ragêşiyê.

Dadgeha Federal a Iraqê bi biryareke surprîz, qanûna petrol û gazê ya Başûrê Kurdistanê betal kir.

Ev jî li hemberê bazirganiya enerjiyê ya di navbera rêveberiya Başûr û Tirkiyeyê de bû derbeyeke mezin.

Rêvebiriya Hewlêrê bi salane bi şîrketên tirk re kontratên bi milyar dolaran îmze dike û bi serbestî petrol û gaza Kurdistanê difiroşe.

Hukumeta Herêmî ya Kurdistanê ji bo vê jî xeta petrolê ya di 2014’an de temam kiribû bi kar tîne.

Xetên petrol û gazê yên di navbera Krudistan û Tirkiyeyê de. Ji bo çêkirina xeta şîn proje hatiye kirin.

Tê ragihandin Hewlêr rojane 150 hezar warîl petrol dişîne platforma Ceyhanê ya li Tirkiyeyê.

Doza dadgeha navneteweyî

Lê herçiqas biryara dadgeha Îraqî wê serê Hewlêr û Enqereyê bêşînê jî, her du alî herî zêde ji biryareke din a muhtemel a Dadgeha Lihevkirinê ya li Parîsê ditirsin.

Iraq di 2014’an de mijara peymana enerjiyê ya Tirkiye û Hukumeta Herêmî ya Kurdistanê bir Dadgeha Lihevkirinê ya bi ser Saziya Bazirganiyê ve.

Rêvebiriya Bexdayê bi hinceta ku bazirganiya Başûrê Kurdistanê ya bi Tirkiyeyê re zirarê daye berjewendiyên wê yên aboriyê 25 milyar dolar daxwaz dike.

Bazirganî û Dagirkerî

Dewleta Tirk a ku bi  riya peymanên bi Hukumeta Herêmî ya Kurdistanê re çavkaniyên Kurdistanê bi buhayeke erzan bi dest dixe, niha jî bi tirsa derbeyeke hîn mezintir hewl dide biryara dadgeha navneteweyî dereng bixe.

Çavkaniyên petrol ê gazê yên Başûrê Kurdistanê

Enqere ditirse, bi biryareke negatîf wê pêbaweriya wê ya li bazarên cîhanê bi erdê re bike yek û krîza aboriyê ya li nava welêt kûrtir bike.

Yek ji encameke muhtemel a destpêka têkçûna Enqereyê ya di qada hiqûqa navneteweyî de, dikare rasterast bandorê li blokaja Tirkiyeyê ya li ser Başûrê Kurdistanê bike.

Tirkiye peymanên xwe yên enerjiyê yên bi Hewlêrê re wekî şantaj bi kar tîne û axa Başûr vediguherîne baregeheke li dijî tevgera azadiya Kurdistanê.

Lewma jî hilweşîna patronaja Enqereyê ya li ser çavkaniyên Başûrê Kurdistanê, wê derfet bide, kontola Enqereyê ya li ser Hewlêrê sist bibe û îhtimala yekitiya neteweyî hîn bêtir zêdetir bibe.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …