Fînland endamtiya NATO’yê red kir

Fînland welatekî li bakurê Ewrûpayê ye û bi Rûsyayê re 1340 km sînorên wê hene.

Fînland piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, di polîtîkaya derve de pozîsyoneke bêalî tercîh kir. Ev jî welêt kir pireke dîplomasiyê ya di navbera Amerîka û Yekitiya Sovyetê de.

Serokwezîra nû ya Fînlandê Sanna Marin derbarê mijara endamtiya NATO’yê de daxuyaniyek da.

Marîn got heta hukumeta wê li ser kar be wê Fînlandiya nebe endamê NATO’yê.

Serokwezîra Fînlandê da zanîn, têkiliyên wan ên bi Rûsyayê re kêrhatî ne û lewma jî ew pêwîstî nabînin bi riya endamtiya NATO’yê navbera xwe bi Moskowê re xera bikin.

Sanna Marin. Serokwezîra Fînlandê di 2019’an de hatiye ser kar. 

Hêjayî gotinê ye, hefteya borî serokê Amerîkî Joe Bîden bi telefonê 2 caran bi serokwezîra Fînlandiyayê Sanna Marinê re axivî bû û ev jî nîqaşên li ser endamtiya vî welatî ya ji bo NATO’yê kûrtir kiribûn.

Paşê ji Qesra Spî daxuyaniyek hatibû dayîn, pêwîstiya hevkariya NATO û Fînland hatibû îfadekirin.

Fînlandiya welatekî li bakurê Ewrûpayê ye û bi Rûsyayê re 1340 km sînorên wê hene.

Li gorî anketên dawî, ji 42 ji % welatiyên Fînlandê li dijî endamtiya welêt a NATO’yê ne.

Lê belê heman anket nîşan didin, ji sala 2019’an û vir ve, kesên destekê didin endamtiya NATO’yê ji 8 ji % zêdetir bûne.

Finland bi Rûsyayê re xwedî sînorekî dirêj e û lewma jî naxwaze bi riya endamtiya NATO’yê dijberiya Rûsyayê bike.

Proseya Helsinkiyê

Fînland piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, di polîtîkaya derve de pozîsyoneke bêalî tercîh kir. Ev jî welêt kir pireke dîplomasiyê ya di navbera Amerîka û Yekitiya Sovyetê de.

Civînên ji bo normalkirina têkiliyên di navbera Amerîka û Sovyetê de, li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê hatin lidarxistin û ev jî prestîja vî welatî ya di qada navneteweyî de derxist asta herî bilind.

Bi mebesta hevdîtinên di navbera Amerîka û Yekitiya Sovyetê de li Helsinkiyê Konferansa Ewlekarî û Hevkarî ya li Ewrûpayê hat avakirin. Paşê navê vê rêxistinê veguherî Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyê ya li Ewrûpayê (REHE).

Civîna îmzekirina Peymana Helsinkiyê ya di 1975’an de. Amerîka, Yekitiya Sovyetê û welatên ewrûpî bi vê peymanê cara pêşî çarçoveyek bo Şerê Sar diyar kirin.

Piştî muzakereyên 2 salan ku wekî Proseya Helsînkiyê hat binavkirin, Amerîka, Yekitiya Sovyetê û 33 welatên Ewrûpayê di 1975’an de Peymana Helsinkiyê îmze kirin.

Bi vê peymanê aliyan li ser kontrolkirina Şerê Sar, rêzdariya ji bo sînorên heyî û çareserkirina aloziyan bi riyên aştiyane li hev kirin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …