Krîza Sahelê berfireh dibe

Eger pêşi li belavbûna rêxistinên olperest a ber bi başûr ve neyê girtin, wê Afrîka bi karesateke nû re rû bi rû bimîne û di sala 2022’an de welatên li peravên Kendava Gîneyê bibin navenda nû ya bêîstikrariyê.

Welatên Sahelê ku bi dehan salane serbixwe ne dikin nakin nikarin bibin xwedî pergaleke siyasî û civakî ya mayinde.

Gendeliya elîtên siyasî dibe hinceta derbeyên leşkerî û ev jî bêîstikrariya siyasî û aborî ya li van welatan kûrtir dike.

Welatên li herêmê ku berê koloniyên Fransayê bûn, dem bi dem bi pêşengiya rêvebiriya Parîsê tên cem hev lê helbet biryarên li salonên civînan tên girtin bersivê nade pêdiviyên van welatan.

Çeteyên olperest ji vê rewşê sûd werdigirin û bi êrişên xwe yên di salên dawî de li welatên herêmê bandora xwe xurtir dikin.

Êrişên çekdarî li Bûrkîna Faso û Maliyê zêde dibin, bi hevkariya herêmî û alîkariya ji derveyê welêt pêşî li van êrişên domdar nikare bê girtin.

Senegal, Morîtanya, Sûdan û Erître ne tê de, hemû welatên Sahelê bi krîza siyasî, aborî û ewlekariyê ne rû bi rû ne. Rêxistinên cîhadîst di salên dawî de li van welatan hebûna xwe xurtir dikin. Ji ber êrişên mayinde, di salên dawî de 2.7 milyon kes ji deverê krîzê koçî nav welat û derveyî welatên xwe kirin. 

Bi taybetî di salên dawî de Bûrkîna Faso vediguhere navenda paramîlîterîzma olperest.

Di êrişên di salên dawî de bi tenê li vî welatî qedera 500 hêzên ewlekariyê û gelek sivîl hatin kuştin.

Bêaramiya li herêmê dibe sebeba koçberiyeke girseyî û welatiyên li deverên gundewar qefle bi qefle terka cîhûwarê xwe dikin.

Benîn û Togo du welatên rojavayê Afrîkayê ne di demên dawî de rastî êrişên rêxistinên cîhadîst tên.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî di salên dawî de hejmara koçberan gihîşt nêzîkî 3 milyonî.

Fransa têk çû

Li aliyekî din, Fransaya ku rola cendirmetiya welatên herêmê girtibû ser xwe kurtedemek berê ji baregehên xwe yên li Maliyê vekişiya.

Fransa hebûna xwe ya leşkerî ya li herêmê kêm dike û hejmara leşkerên xwe ji 5 hezarî dadixe 3 hezarî.

Lawazbûna rejîmên li welatên herêmê û têkçûna artêşa Fransayê derfet dide rêxistinên olperest da ku destên xwe dirêjî welatên li derveyî Sahelê bikin.

Çima Togo û Benîn?

Niha rêxistinên cîhadîst berê xwe didin Togo û Benînê û ji sînorên sahelê êrişê her du welatan dikin.

Bi vê kampanyaya dawî rêxistinên olperest dixwazin dakevin heta Kendava Gîneyê û îcar li vê herêmê bêaramiyê xurtir bikin.

Eger pêşi li belavbûna rêxistinên olperest a ber bi başûr ve neyê girtin, wê Afrîka bi karesateke nû re rû bi rû bimîne û di sala 2022’an de welatên li peravên Kendava Gîneyê bibin navenda nû ya bêîstikrariyê.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Li Swîsreyê serîlêdanên penaxwazîyê zêde bûn

Di sibatê de 2,449 serîlêdanên ji bo penaberiyê li Swîsreyê hatine kirin. Welatîyên ji Afganistan, …