1.8 milyon welatî ji bo serxwebûna Katalonyayê meşiyan

 

 

Di roja neteweyî ya Katalonyayê ya 11’ê Îlonê de alîgirên serxwebûnê li Katalonyayê meşeke pir mezin li dar xistin. Li gorî rêxistina polîsan a Barselonayê li paytext Barselonayê 1.8 milyon kesên ji her temenî û komên civakê beşdarê vê meşê bûn. Bi vê meşê destekeke mezin ji bo referandûma ku wê di 9’ê Mijdara 2014’an de li Katalonyayê bê lidarxistin derket holê.

Di meşê de dema saet bû 17:14’yê êvarê ku têkçûna serdestiya Katalonyayê ya di 1714’an de sembolîze dikir, keçeke ku wê di roja referandûmê de têkeve 16 saliya xwe dengê xwe avêt nava sindoqeke dengan a sembolîk. Li aliyekî dinî îsal di vê meşê de qasî 550,000 welatî mozaîka ala Katalonyayê pêk anîn.

Meşa mezin a katalan ji aliyê Omnium Cultural ku rêxistineke sivîle û destekê dide çand û zimanê katalan û Meclîsa Neteweyî ya Katalonyayê ku komeleyeke ji binî ve hatiye damezrandin û serxwebûna Katalonyayê ya ji Spanyayê dixwaze, hat lidarxistin. 1500 otobês ji her aliyê Katalonyayê meşvanan anîn navenda Barselonayê û sîstema çûnûhatinê ya Barselonayê ji bo vê rojê bi seferên trêna hatin zêdekirin.

Madrîd daxwazên meşvanan red kir

Soroya Saenz de Santamaria ku cîgirê serokwezîrê hikumeta Spanyayê ye got ku di mijara serxwebûna Katalonyayê de hikumeta wê “nikare sekna xwe biguherîne.” Santamaria di axaftina xwe de destnîşan kir ku divê rêz ji bo xwepêşandanên li dijî serxwebûnê jî bê girtin ku bi vî awayî meşa li Tarragonayê ku 7000 kes beşdar bibûn û meşa 40 neo-naziyên li Barselonayê bi vê meşa mezin re da ber hev. Dîrektorê Ofîsa Dozgeriyê ya Spanyayê jî ku ji aliyê hikumetê ve hatiye peywirdarkirin diyar kir ku eger referandûma mafê qederê bê lidarxistin wê serokê katalan Artur Mas bê darizandin.

Çavkanî: Nationalia.info / Catalannewsagency.com

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hong Kong: Ji bo civakeke cihê paşxaneya nasnameyeke xwerû

    Protestoyên ji bo demokrasiyê li erdeke ku 150 sal in di riya xwe …