O DIKOS MAS CEMIL KENGÎ DIBE CEMÎLÊ ME?

Beş -I-

Hevpeyvîn: Necat Ayaz

Nivîskarî, rojnamegerî, nûnertiya partiyeke kurd, şewirmendê wezîrê çapemeniyê û wezîrê derve, karê di xebata wezareta çapemeniyê de û gelek xebatên din…Cemîl Tûran Bazidî ji dema gava xwe avêtiye sirgûnê û heta aniha bi dînamîzmeke neditî xebitîye. Wî herdem xwe wekî nûnerê kurdên her çar parçeyan dîtiye û xwestiye kurd û Kurdistanê bi her awayî bi welatê Helen bide naskirin. Ev xebata wî ya berhemdar li welatê nû balê kişandiye ser xwe û nivîskarê navdarê yewnan Nikos Kaşdaxli jiyana wî bi navê “Ararat Volkanan dipijiqîne- yadîgarîyên kurdekî”  kirye roman. Pirtûk di sala 1995’an de li Yewnanîstanê wekî romana herî baş hatiyehilbijartin. Her çîqas di vê romanê de navê Bazidî derbas nebe jî dewleta Tirkiyeyê dizanibûye ku pirtûk li ser Bazidî hatiye nivîsandin û zêdetir zextan li malbata wî kiriye. Bazidî bi pirtûka xwe ya Navê Min Azad e ku wekî pirtûkên din bi yewnanî nivîsiye, di 2018’an de xelata UNESCO’yê girtiye û ev yek bûye sebeba naskirina wî ya di qada navneteweyî de. Me di vê hevpeyvîna xwe ya dirêj de xwest ku vî têkoşêrê ku hemû jiyana xwe li ser parastina rûmetên kurdîtiyê û danasîna wan a li derveyê welat derbaskiriye baştir bidin naskirin.

Bavê min bi salan, ji bo dayika xwe ya li ber mirina birayê xwe ketî xem xwar. Xemgîniya giran a dapîr û bavê min li ser min tesîreke mezin çêkir û bê guman bûn bingeh ji bo xebatên min ên heta îro.

Kek Cemîl, kêm kes di nava kurdan de hene li sirgûnê ewqas bi israr bo kurdîtîyê di nava xebatê de bin û ewqas zêde berhemdar bin. Ez gelek miraq dikim, çi ne gelo faktorên malbatî û herêmî Cemîl Tûran Bazîdî derxistine holê û bûne bingeheke xurt ji bo berhamdariya wî ya ku 40 sal in bênavber didome?

Ji bo bersivandina vê pirsê divê em vegerin heta dema Serhildana Agirî ku malbata min tê de cî girtiye û tê de rolekê girîng lîstiye. Li Agiriyê di destpêka sedsala 20’an de potansiyeleke xurt a welatparêziyê hebû. Dewleta nû ya Kemalîst dixwest kesên ji kurdên vê herêmê re rêbertiyê bikin ji holê rakin. Yek ji wan kesan Mahmûd Efendî Bazidî bû ku di 1914-1924’an de li Bazîdê şaredartî kiribû. Mahmûd Efendî xalê bavê min bû û  ji gundê Çilkotanê bû. Di derbarê wî de lêkolînerekî fransewî van agahiyan dide: “Li Kotenberaya çîyayê agirî, mirovek centilmen beramberî min bû, pênc ziman dizanî bû ku ew kurdî, rusî, frensî, erebî û farsî bûn. Ez heta du rojan bûme mêvanê wî. Ji axavtina me, ez tê gihiştim ku ew li hember zavê xwe Biro axayî xwedan rêz û vîyanek mezine. Her du jî ji bo hev xwedî heman hest û vîyanê bûn. Ji ber ku Biro axa dilê burîyê xwe nehiştibû, pesend kiribû ku Îhsan Nurî paşa were Agirî. Li ser vê yekê jî paşa bi rê ketibû da ku xwe bigehîne Agirî.”

Ji ber Mehmûd Efendî li Bazîdê xwedî tesîreke mezin bû,  dewletê nikare eşkere xisarê bide wî û dikeve pey dek û dolaban. Kemalîst bi hinceta ku wî sirgûnê Stenbolê bikin, wî û malbata wî li Trabzonê dixin gemiyekê. Paşê ew li ser Deryaya Reş dikujin, dixin telîsek û davêjin nava deryayê. Têkiliyên Mahmûd Efendî bi Bro Heskiyê Têlî re hebû û dewletê nedixwest ew bi hev re ji bo gelê kurd bixebitin. Dapîra min Fatime di hemû jiyana xwe de tu car kuştina birayê xwe ji bîr nekir. Wêneyek Mehmûd Efendî herdem di paxila wê de bû û wê carinan vê wêneyê maçî dikir û digot:  “ Ev birayê min e” û di cî de hêsrên wê dihatin xwarê.

Mehmûd Efendî Bazidî

Bavê min li şaredarîya Bazîdê ku xalê wî şaredar bû, heta 30 salan berpirsîya jimêrkarîyê kir. Fransîyek gelek baş dizanî bû. Ew di 10 salîya xwe de ji aliyê xalê xwe Mehmud ve fêrî zimanê frensî hatibû kirin. Do roja ewilî ya derbeya leşkerî ya 1960’an de ew ji malê birin û bi tena serê xwe xistin zindana leşkerî. Li bajêr ew bi tene hatibû girtin. Piştî derbeya leşkerî ya 1971’an,  bavê min koçî Stenbolê kir. Bavê min bi salan, ji bo dayika xwe ya li ber mirina birayê xwe ketî xem xwar. Xemgîniya giran a dapîr û bavê min li ser min tesîreke mezin çêkir û bê guman bûn bingeh ji bo xebatên min ên heta îro.

Ji bilî nivîskariyê, hûn demeke dirêj endamekî siyasetek kurd jî bûn û we ji ber xebatên xwe yên siyasî terka Tirkiyeyê kir. Çîroka we ya destpêkirina karên siyasî çawa ye û hûn di kîjan şert û mercan de mecbûr man biçin sirgûnê?

Di 1974’an de li Stenbolê Ağrı Kültür Derneği hat vekirin. Bi dûv vê re komeleyên bi vî rengî belavî her aliyê Kurdistanê bû. Kurtedemek şûn de ev komel ketin bin banê DHKD (Devrimci Halk Kültür Derneği). Komeleya Stenbolê saziya me ya yekemîn bû. Paşê di 1975’an de ez bûm nûnerê PSK’ê (Partiya Sosyalist a Kurdistan) ê Stenbolê. Piştî Derbeya Leşkerî ya 1980’an ji bo min 8 sal ceza hat xwestin û parçe parçe ez 4 sal di girtîgehê de razam. Dema ez ji girtîgehê derketim, îcar dadgeheke Amedê/Diyarbekir bo min 10 sal ceza xwest. Di wê demê de min biryar da ku derfeta mayinê li Tirkiyeyê nemaye û 1984’an de ez hatim Yewnanîstanê sirgûnê.

Hîn beriya Derbeya Leşkerî ya 12 Îlonê, partiya min piraniya kadroyên xwe ji Tirkiyeyê vekişandibû û li Ewrûpayê bi cî kiribû. Di destpêkê de Sekreterê Giştî yê PDKI Abdurrahman Qasimlo li axên rizgarkirî yên Kurdistanê cî da partiyê û li wir kampekê ava kir. Paşê êrîşa rejîma Humeynî ya li dijî hêzên kurd dest pê kir û em mecbûr man ji wir vekişin Sûriyeyê. Îcar partiya me kadroyên xwe li Qamişlo bi cî kir û li wir kampeke mezin ava kir. Mixabin ji ber helwesta rejîma Hafiz Esed em ji wir jî vekişiyan û hemû kadro li Ewrûpayê bi cî bûn.

PSK li Ewrûpayê, bi taybetî jî li Almanyayê heta dawiya salên 1990’î xebatên berfireh meşandin. Bi giranî li Almanyayê, li seranserê Ewrûpayê 40 komeleyên me hebûn ku hemû di bin banê KOMKAR’de hatibûn cem hev. Li aliyekî din, li wir gelek çalakiyên girseyî dihatin lidarxistin. Bu nimûne, qasî 30-40 hezar kes beşdarê Newroza 1994’an bûbûn.

Ez hîn di salên 1980’an de bo xurtkirina xebatên kurdîtiyê li Yewnanîstanê li ser rola perwerdeyê disekinîm. Ez difikirîm ku em bikaribin çiqas ciwanên kurd li zanîngehên yewnan bidin xwendin wê ewqas feydeya wan ji bo xebatên me çêbibe.

Di dema karên xwe yên di dewleta yewnan de û ligel meşandina xebatên xwe yên rojnamegeriyê de we ji bo xurtkirina bingeha kurdîtiyê û dîplomasiya kurd karekî çawa kir?

Di 1998’an de min hinek serê xwe bi vekirina saziyeke çandî û akademîk re êşand. Min fikra xwe ji Wezîrê Derve Yorgo Papandreu re jî got û wî ji min re got ku ew ê bi her awayî alîkariya me bike. Paşê min gazî hemû nûnerên rêxistinên me yên her çar parçeyan kir ji bo civîneke li ser mijarê. Mixabin di civînê de di dewsa ku em li ser amadekirina projeyekê bisekinin me di nava hev de nîqaş kir. Hin kes ez sûcdar kirim û gotin ku ‘Cemîl Tûran ji bo bilndkirina navê xwe dixwaze saziyeke bi vîrengî bê vekirin û ew karîyerîst e.’ Bi rastî dema min bixwestana, çawa ku li Parîsê enstituyek kurdî li ser navê kesekî hat vekirin, min jî dikaribû li ser navê xwe karekî wiha bikira. Ji ber ku ez li vir dihatim naskirin û têkiliyên min bi hikumeta wê demê re xurt bûn.

Ez hîn di salên 1980’an de bo xurtkirina xebatên kurdîtiyê li Yewnanîstanê li ser rola perwerdeyê disekinîm. Ez difikirîm ku em bikaribin çiqas ciwanên kurd li zanîngehên yewnan bidin xwendin wê ewqas feydeya wan ji bo xebatên me çêbibe. Min ji Serokwezîr Andreas Papandreu alîkarî xwest û wî jî ji bo ciwanên kurd her sal 4 kontenjan di zanîngehên yewnan de veqetand. Herwiha wê xwendekar her meh bi pereyê aniha 450 Euro burs bigirtana. Min bi lez dest bi xebatê kir û xeber gîhand Kurdistanê. Di pêvajoya 26 salan de min bi riya rêxistinên kurd her sal 4 xwendekar anî vir. Salekê PDK’ya Îranê, salekê PDK’ya Iraqê, salekê YNK’ê ciwan şandin û herwiha min ji bakur ciwanan anî vir. Bi giştî 36 ciwanên kurd di çarçoveya vê xebatê de hatin vir. Mixabin hin kes ji wan perwerdeya xwe temam nekirin, hin kes piştî perwerdeyê çûn Ewrûpayê û hin kes jî vegeriyan Kurdistanê. Kesek ji van ciwanan li vir nema û desteka bo xebatên kurdîtiyê ên ku min hêvî dikir pêk nehat.

Beriya ez dest bi nivîsandina bi yewnanî bikim gelek kes ji min dipirsîn ‘Kurdî zimanekî cuda ye? ‘Alfabeyeke bo kurdî heye’ û herwiha hin pirsên di derbarê çanda me de ji min dikirin. Pêdiviyek din jî ev bû ku divê min rewşa kurd û Kurdistanê li vir ji raya giştî re vegotana. Ji ber van sebeban min biryar da ku bi yewnanî binivîsim.

Wergera bi tirkî ya Çavên Gur

Di rewşenbiriya kurd a Tirkiyeyê de nîvîskarên bi tirkî dinivîsin dikarin bên dîtin û herwiha kesên bi tenê erebî û farisî nivîsandine jî hene. Digel ev her sê ziman zimanên dagirkeriyê bin jî mixabin heta derenceyekê ji malê tê hesibandin. Lê min heta aniha navê nivîskarekî kurd nebihîstiye ku herdem bi zimanekî ewrûpî binivîse. Sebebeke we ye berbiçav heye ji bo tercîheke bi vî rengî?

Beriya ez dest bi nivîsandina bi yewnanî bikim gelek kes ji min dipirsîn ‘Kurdî zimanekî cuda ye? ‘Alfabeyeke bo kurdî heye’ û herwiha hin pirsên di derbarê çanda me de ji min dikirin. Pêdiviyek din jî ev bû ku divê min rewşa kurd û Kurdistanê li vir ji raya giştî re vegotana. Ji ber van sebeban min biryar da ku bi yewnanî binivîsim. Ez pir bi israr yewnanî xebitîm û di demeke kurt de di rojnameyên yewnan de dest bi kar kir. Nivîsandina bi yewnanî di nava demê de encamên baş bi xwe re anî. Bo nimûne dema min pirtûka Kemal Burkay Kurtler ve Kurdistan ku 735 rûpel bû wergerand yewnanî û wê di 1995’an de çap kir, gelek balê kişand. Cara pêşiyê li vî welatî pirtûkek ewqas berfireh a di derbarê kurdan de bi zimanê yewnanî hatibû weşandin.

Hûn dikarin hinekî vê pêvajoya dirêj a rojnamegeriya xwe ji me re vebêjin?

Min 3 sal di rojnameya Katimerini, 3 sal di rojnameya Avgi û 15 sal di rojnameya Elefterotipia de nivîsî. Dema vê rojnameyê ji ber problema aborî hat girtin, em 80 kes hatin cem hev û rojnameyeke din a bi navê H Efimerida Syntagton weşand. Ev rojname tekane rojnameya rojane ya li wî welatî ye ku bi awayekî kolektîf tê weşandin. Ez hîn jî di beşa cîhanê ya vê rojnameyê de dixebitim. Ji bilî xebata min a rojnameyê, min 16 salan endamê komîteya neteweyî ya konfederasyona sendîkayên rojnamegeriyê bûm. Di bin konfederasyona Federasyona Panhelenîk a Sendîkayên Rojnamegeran (POESY) de 5 sendîkayên rojnamegeran cî digirin. Ji bilî vê, ez endamê , IFJ (International Federation of Journalists), European Federation of Journalists (EFJ), Periodical and Electronic Press Union (ESPİT), Kurdistan Journalists Syndicate a başûrê Kurdistanê me.

Ligel rojnamegeriya xwe, we demeke dirêj di dewleta yewnan de jî karên girîng kirine. Bi kurtahî hûn dikarin qala van karên xwe bikin?

Ji bilî xebatên min ên siyasî û rewşenbiriyê yên ji bo kurdîtiyê, min demeke dirêj karên hûn qal dikin jî kir. Di salên 1992-2004’an de ez şêwirmendê siyasî yê Wezîrê Çapemaniyê Dimitris Reppas bûm. Di navbera 1999-2004’de min ji Wezîrê Derve Yorgo Papandreu re jî şêwirmendî kir. Ji 2012 heta 2014’an ez li Hewlerê Nûnerê Çandê yê Yewnanîstanê bûm. Li derveyî van karan, ji 1993’an heta aniha Wezareta Çapemeniyê de xebatkarê maseya Tirkiyeyê me.

Wergera îspanyolî ya Navê Min Azad e


Bifikirin dema min xelat girt, di rûpela fermî ya Çapemenî-Weşan a Serokwezîrtiyê de bi sernivîsa ‘O dikos mas Cemil’ (Cemîlê me) xelat girtiye hat nivîsandin. Di gelek weşanan de ji bo min sifeta Kurdos Elines Politis tu Kosmo (Welatiyê Cîhanê yê Kurd-Yewnan) hatiye bikaranîn.

Baş e, pir eşkereye hûn li Yewnanîstanê têra xwe hatine naskirin, heta bi wergera pirtûka we ya bi îspanyolî û xelatkirina we ya ji aliyê UNESCO’yê êdî haya cîhanê jî ji we çêbûye. Bi ya we, hûn ji aliyê siyaset û rewşenbiriya kurd têra xwe hatine naskirin û hatine destekirin?

Rojekê ji bo danasîna berhemên min li Atînayê çalakiyek hat lidarxistin. Li derdora 200 kes ku piraniya wan naskirî bûn beşdarê vê çalakiyê bûn. Min li wir dît ku bi tenê 10 kurd hene û ez xemgîn bûm. Li wir yekî yewnan ji min re got ku di navbera 6 mehan de pirtûka min 2000 firotiye lê li Yewnanîstanê hejmara kurdan di ser 30 hezarî de ye. Herçîqas min bersiva wî da jî gotina wî camêrî ya di derbarê bêleqederiya kurdan a ji bo berhemên hunerî rast bûn. Wekî hûn jî dibînin, berevajiya vê helwesta bêwate ya kurdên li vî welatî, li vir xebatên min rastî eleqeyeke mezin hatin. Bifikirin dema min xelat girt, di rûpela fermî ya Çapemenî-Weşan a Serokwezîrtiyê de bi sernivîsa ‘O dikos mas Cemil’ (Cemîlê me) xelat girtiye hat nivîsandin. Di gelek weşanan de ji bo min sifeta Kurdos Elines Politis tu Kosmo (Welatiyê Cîhanê yê Kurd-Yewnan) hatiye bikaranîn.

Sekreterê Giştiyê Navenda UNESCO’ya Valenciyayê Rafael Monzon di nameya bi minasebeta vê xelatê nivîsiye de wiha dibêje: “Bi riya berhema xwe, nivîskar hewl dide ku aştiyê di hiş û dilê mirovan de ava bike û ev yek ji dema damezrandina wê û heta aniha armanc û karê UNESCO’yê ye jî.” Bi ya min di nameyê de tiştê herî girîng balkişandina “avakirina aştiyê di hiş û dil de” ye ku ev yek di heman demê de berpirsiya rewşenbîran e. Vegotina aştiyane her dem ji vegotinên tolhildanî ku dikare bibe sebebên berdelên giran, çêtir e.

Xelata Zanyariya Rûmetê ya Akademiya Valenciayê

Em hinekî li ser berhemên we bisekinin. Berhema we ya yekemîn ku we dest bi nivîsandina wê kir kîjan bû? Berhemên we yên li derveyê Yewnanîstanê jî balê kişandin û hatin çapkirin kîjan bûn?

Dema ez li welat bûm, min dest bi nivîsandinê kiribû. Di 1974’an de min Welat: Xwedê li Wê Derê Razaye nivîsî lê min ew çap nekir. Dema ez hatim sirgûnê min dikarîbû vê berhemê çap bikira. Cara pêşiyê di 1999’an de pirtûka min a bi navê Berfîn di Nav Xwînê de bi yewnanî hat weşandin. Ev di heman demê de pirtûka yekemîn bû ku yekî kurd bi zimanê yewnanî nivîsîbû. Pirtûk hem di derdorên siyasî de hem jî di medyaya yewnan de rastî eleqeyeke mezin hat. Ev pirtûk bo kurdî jî hat vegerandin û li başûr hat çapkirin. Pirtûkek min a din a hem li vir û hem jî li derve balê kişand Çavên Gur bû. Tirkî û kurdiya pirtûkê li Tirkiyeyê ji aliyê Weşanên Ayrinti hat weşandin. Herwiha, beriya vê jî pirtûk bi soranî li başûr hat weşandin. Navê Min Azad e ku xelata UNESCO’yê girt, bi îngilîzî û îspanyolî jî hat weşandin. Aniha çapa katalanî û japonî ya vê pirtûkê tê amadekirin. Dema pirtûk bi îspanyolî hat çapkirin bala cîhanê kişand û vê xelatê bi xwe re anî.

Dayina xelateke navneteweyî bo nivîskarekî kurd ku hemû jiyana xwe bi xebatên kurdîtiyê domandiye ciyê şanaziyê ye. Hûn dikarin hinekî pêvajoya xelatgirtina Navê Min Azad e ji me re bibêjin?

Min di Navê Min Azad de zarokekî bi navê Azad ku ji Helepçeyê koçî Ewrûpayê kiriye û di rê de malbata xwe winda kiriye nivîsî. Helbet pirtûk bi zimanê yewnanî bû û xwendekarên cîhanê hay ji vê pirtûkê tunebûn. Paşê weşanxaneyek îspanyol pirtûkê wergerand zimanê îspanyolî û bi vî awayî pirtûk li derveyê Yewnanîstanê jî hat naskirin. Paşê vê berhemê bi zimanê îngilîzî jî hat wergerandin. Min ewilî ji bo vê pirtûkê Xelata Akademîk a Taybet a Navenda UNESCO ya Valenciyayê girt û paşê heman pirtûk ji aliyê Akademiya Zanyariyan ya navneteweyî a li Valenciayê hat xelatkirin. Navê vê xelatê ‘Zanyarê Rûmetê’ bû ku her sal di warên teknolojî, perwerde û mafên mirov de tê dayîn.Valencia bajarekî mezin a li rojhilatê Îspanyayê ye û li kêleka Derya Spî cî digire.

Sekreterê Giştiyê Navenda UNESCO’ya Valenciyayê Rafael Monzon di nameya bi minasebeta vê xelatê nivîsiye de wiha dibêje: “Bi riya berhema xwe, nivîskar hewl dide ku aştiyê di hiş û dilê mirovan de ava bike û ev yek ji dema damezrandina wê û heta aniha armanc û karê UNESCO’yê ye jî.” Bi ya min di nameyê de tiştê herî girîng balkişandina “avakirina aştiyê di hiş û dil de” ye ku ev yek di heman demê de berpirsiya rewşenbîran e. Vegotina aştiyane her dem ji vegotinên tolhildanî ku dikare bibe sebebên berdelên giran, çêtir e.

Înfowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

DEM wê li Çêrmûgê pergala rantê hilweşîne

Bi rêya şaredariyê, pergaleka rantê ava kirine. Rêvebiriya heyî ya AKPê ya Çêrmûgê ne dixwaze …